LI EFRÎNÊ REVANDINA SIVÎLAN
DEWLETA TIRK LI NAVÇEYA ŞIYÊ Û CINDIRÊSÊ 6 SIVÎL REVANDIN
Li Efrînê hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dewam dike.
Artêşa Tirk û çeteyên wê li navçeyên Şiyê û Cindirêsê 6 sivîlên din revandin.
Li ser rêya di navbera Efrîn û Ezazê de jî kesê binavê Rojaht hate wendakirin..
Di navbera 4 û 5’ê Sibatê de, 5 ciwanên ji gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê jî hatin revandin.
Aqubeta kesên hatine revandin hê jî nayên zanîn.
DAGIRKERIYA TIRK LI EFRÎNÊ
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK ŞÛNWARÊN DÎROKÎ TALAN DIKIN
Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Efrînê şûnwarên dîrokî jî, talan dike.
Midûriyeta Arkeolojiyê ya Efrînê wêneyên Girê Şorbe ku hatine rûxandin bi dest xist.
Wêne di 28’ê Kanûnê de hatine qeydkirin.
Tê gotin ku bendên bilind ên gir kolan e û hemû bermahiyên dîrokî hilweşandine.
Ev girê dîrokî, li gorî xala 244’an a Wezareta Çandê ya Sûriyê wekî deverekî dîrokî hatibû qeydkirin.