BIRYARA DMME’YÊ DERHEQÊ DEMÎRTAŞ DE
DAXWAZA BERDANA SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ HAT REDKIRIN
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derheqê serlêdana Selahattîn Demîrtaş de bi daîreya mezin biryara xwe eşkerekiribû û biryara berdana wî dabû.
Parêzerên Hevserokê berê yê HDP’ê li ser vê yekê serî li Dadgeriya 7. a Sulh Ceza ya Enqerê dan û xwestin muwekîlê wan were berdan.
Lê belê li ser fermana Tayîp Erdogan dayî, dadgeriyê ev daxwaza parêzeran red kir.
Û biryara xwe spart wê yekê, ku biryara dadgeha mafê mirovan a Ewropayê hê nehatiye tercûmekirin.
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş destnîşankirin, ku rêjîma AKP-MHP’ê dixwaze bi vê mijûlkirinê wext bi dest bixe.
BIRYARA DMME’YÊ DERHEQÊ DEMÎRTAŞ DE
HASÎP KAPLAN: DEWLETA TIRK HER KÊLÎ SÛC DIKE
Hiqûqzan Hasîp Kaplan jî derheqê biryarê de axivî.
Hasîp Kaplan destnîşan kir, ku biryar Demîrtaş, parlementer û hevşaredarên girtî hemûyan eleqedar dike û wiha got:
Ti maneya daxuyaniya Erdogan a “me girê nade” nîne. Erdogan û Bahçelî bi binpêkirina Destûra Bingehîn a Tirkiyê û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê sûc dikin.
Heke desthilatdarî li gorî biryara derheqê Demîrtaş de tevnegere, wê hesab bide Komîteya Wezîran a Ewropayê. Her kêliya Demîrtaş neyê berdan, dewleta Tirk sûcê azadiyê û êşkenceyê dike.
Di warê neteweyî û navneteweyî de ev sûc xwedî ceza ye.
Siyasetvan û huqûzan Hasîp Kaplan destnîşan kir, ku tevahiya siyasetvanên HDP’yê yên girtî divê li gorî biryara dadgeha Ewropayê dayî serlêdana ji bo derketina ji girtîgehê bikin.