Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 31’ê de bi biryardarî dewam dike 27.12.2020

 

BERXWEDANA LI ZINDANAN
GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 31’Ê DE BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE

Li girtîgehên dewleta tirk a dagirker dîlên azadiyê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.

Çalakî di salvegera 42’yan a damezrandina PKK”ê de bi silavkirina Pêngava KCK û KJK’ê ya Dema Azadiyê ey dest pê kir.

Kom bi kom li hemû zindanan belav bû.

Çalakî 31 roj e dewam dike û koma 7’an çalakî dewr girtiye.

Girtiyan bi rêya malbat û parêzerên xwe bang li raya giştî kir û got:

Heta ku tecrîd neyê rakirin wê bi biryardarî çalakiya xwe berdewam bikin.

BERXWEDANA LI ZINDANAN
JI DÎLÊN AZADIYÊ PEYAM: EM Ê RÊBERTIYÊ TEQEZ AZAD BIKIN

Dîlên azadiyê yên li zindana bakirkoyê ya Stenbplê di destê dewleta tirk de esîr in bi rêya Nûçe Ciwan peyamn şandin.

Berxwedêra bi navê Devrîm Koçer di destpêka peyama xwe de şehîdên Cenga Heftanînê bi bîr anî û got:

Em di Pêngava xwe ya “Dem Dema Azadiyê” de nabêjin, emê tecrîdê bişkînin. Em dibêjin em ê Rêbertiyê azad bikin.

Şîvekar Ataş jî diyar kir ku ew bi çalakiya xwe ji qirkirina gelê kurd re dibêjin bes e û got:

Em dibêjin em ê Rêbertiyê teqez azad bikin. Wê sala 2021’an bibe sala şoreşê. Banga me li gelê me; tevli pêvajoyê bibin, zêdetir lê xwedî derkevin, dem dema azadiyê ye.

BERXWEDANA LI ZINDANAN
“EM MECBÛR IN LI DORA VÊ BERXWEDANÊ BIBIN YEK”

Denîz Surgut ku di sala 2018’an de tevî 14 kurdistaniyan li Strasbourgê ji bo şikanda tecrîda li ser Rêber Apo ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Denîz Surgut der barê çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan ji ajansa nûçeyan a ciwanan re ji Nûçe Ciwan re têkildarî girîngiya mezinkirina berxwedanê axivî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv