NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
ŞÊNIYÊN EL-CIRN: BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Bi sedan şêniyên bajarokê El-Cirn û gundewarên li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a dagirker meşiyan.
Meş ji gundê Bîr Ereb a Jêrîn destpêkir û li gundê Bîr Ereb a Jorîn ve guhirî mitingê.
Di mitîngê de Hevseroka Meclisa PYD’ê a Kantona Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl axivî û nerazîbûn nîşanî hêzên garantor da .
Hevserokê Meclisa El-Cirn Mehmûd Mistefa jî îşaret bi berxwedana QSD`ê ya li dijî dagirkeriyê kir.
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
MECLÎSA CIWANAN A PARTIYA SÛRIYÊ PIŞTGIRIYA XWE JI ŞERVANÊN QSD’Ê EŞKERE KIR
Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Paşerojê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kir.
Daxuyanî ji aliyê Hesen El-Kino ve hat xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî li dijî gelên sivîl komkujiyan dikin.
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
JINÊN REQAYÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BELAVOK BELAV KIRIN
Têkildarî sûcên artêşa dagirker a Tirk û êrişên wê yên li dijî Eyn Îsayê, Rêveberiya Jinan a Reqayê 3 hezar belavok belav kirin.
Di belavokan debang li şêniyan herêmê tê kirin ku li dijî dagirkeriyê bisekinin.