Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Halîl Cemal: ‘Kobanê sembola yekitiya Kurdan û gelan û têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê ye’

 

KOBANÊ SEMBOLA YEKITIYA KURDAN Û GELAN Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ YE
HALÎL CEMAL / ANHA

Kobanê îro nikare tenê wek kantoneke Bakur-Rojhilatê Sûriyê were dîtin. Kobanê navendeke kantonê ye ku beşeke wê ya girîng şêniyên Kurd in. Lê Kobanê ne tenê ev e. Kobanê deriyê yekemîn ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku li cîhanê vebû. Cîhanê pê zanî ka têkoşîna Xweseriya Demokratîk li Kobanê tê çi wateyê û destek dayê.

Kobanê ne tenê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye, bû sembolek ku dikare pê DAIŞ were têkbirin. Kobanê hesreta dewleta Tirk a faşîst a “Ha ket, ha dikeve” nîvco hişt. Bi vê sekna xwe ya dawî li xeyala xelîfetiyê anî ku dewleta Tirk dixwest bi rêya çeteyên DAIŞ’ê pêk bîne.

Kobanê têkiliyên DAIŞ/dewleta Tirk ên faşîst raxistin pêş çavên tevahiya cîhanê. Kobanê li wir ranewestiya, bû kanaleke têkilî û pêwendiyan di navbera Kurdan û hemû gelên herêmê de û bi taybet gelên Ereb û Tirkiyê re.

Lewma jî Kobanê wek Stalîngrada sedsala 21’an ku rê neda faşîzma DAIŞ/dewleta Tirk, kete nava rûpelên dîrokê. Çawa ku Naziyan li pêşberî Moskovê dest ji xeyala avakirina împaratoriyeke cîhanê berda, Osmaniyên nû jî neçar man dest ji xeyala Împaratoriya Osmanî berdin. Ji bo vê jî Kobanê bû destpêka têkçûna dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ku di bin desthilata AKP’ê ya faşîst de ye.

Bê guman navê Kobanê bi van ve jî sînordar nema. Kobanê ala yekitiya neteweyî bilind kir, di heman demê de derbeke giran li nokerî û xiyanetê da.

Ji ber vê yekê Kobanê bû sembola têkoşîna li dijî faşîzmê, çeteyan û her cure xiyanetê. Rastiya ku bûye îkoneke bi vî rengî jî, bi pêşengiya xeta Apocî bû. Bi vê pêşengiyê Kobanê bû nîşaneya îflasa Komploya Navneteweyî û siyaseta tecrîdê ya li dijî gelê Kurdistanê ku di şexsê rêber Apo de hat pêşxistin. Bi van taybetmendiyên xwe navê Kobanê sembola biryardariya ji bo têkoşîna jiyana azad nîşan da û di heman demê de nîşanî hemû kesên dost an jî dijmin da ku rê û rêbaza yekitiya Kurdan û gelan çi ye.

Kesên difikirin ku dê Kobanê û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya qetilkirina jin û ciwanên pêşeng asteng bikin, şaş in. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku bi azadî derfetên jiyanê biafirînin, 12 hezar zarokên xwe şehîd dan û nêzî 25 hezar kesên din jî birîndar bûn. Ev mirov dê tu carî kesên ku di vê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de zarokên wan birîndar an jî şehîd dikin, normal nebine. Bi hişmendiya vê yekê ciwan û jin dê bêhtir xwe bi rêxistin bikin û li dijî mêtingeran û hevkarên wan li ber xwe bidin.

Dewleta Tirk a faşîst ku ji komkujiya Mereşê heta Roboskiyê û pişt re jî Kobanê; bi êrişên tevkujiyê ket her saleke nû û negihîşt armancên xwe, dê xayîn jî negihêjin armancên xwe. Tu carî nikarin xwe ji vîna gelê me rizgar bikin. Yên ku ji bo failê komkujiya Kobanê îstîxbaratê didin, teqez dê bên dîtin û hesab bidin gelê me.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv