Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Teslîmgirtinê li me ferz dikin’

 

“TESLÎMGIRTINÊ LI ME FERZ DIKIN”
FERDA ÇETİN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li zindanên Tirkiyê zilm û zoreke ku nayê dîtin xistine meriyetê.

Êrişên li hemberî Kurdên Êzidî ên li Şengalê bê navber dewam dike.

Wargeha Mexmûrê ku gelek car ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombardûmankirin, li aliyekê di bin ambargoya PDK’ê de ye, li aliyê din jî di bin zext û fişarên hikumeta Iraqê de ye. Hêzên Iraqê, berî çend rojan hewl dan dora wargehê bi têlên rêsayî bipêçin.

Dewleta Tirk, li Kobanê, 5 ciwanên Kurd bi balafirên çekbarkirî yên bê mirov qetil kir.

Di bin agahiya dewleta Tirk de li Efrînê, bê îstîsna her roj mirov tên qetilkirin, jin tên revandin.

Ev êrişên hemdem ên li dijî Rojava, Şengal û Mexmûrê, parçeyek ji plana navnetewî ye ku Tirkiye û PDK jî têde cih digirin.

Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim, di nirxandina van êrişan de dibêje; “Bi balafir û çekên Ewropiyan êriş dikin. Dewletên qaşo ku jê re dibêjin garantor mudaxele nakin.”

Ferzkirina teslîmiyetê ya li dijî Rêveberiya Xweser a Rojava nû nîne.

NY, DYA, NATO û Rûsya, di çerçoveya planeke hevpar de, polîtîkayeke ku piştî şer Kurdan li Sûriyê bêbandor, bê hêz û bêdeng bike dimeşînin.

Em vê şirîkatiyê ji bêdengiya wan a li hemberî êrişên rojane ên Tirkiyê; israra wan a beşdarnekirina “makeqanûna nû ya Sûriyê” û hevdîtinên Cenewê dibînin.
(…)

Yên wekî DYA û Rûsyayê, hewldanên dagirkeriyên nû yên Tirkiyê veguherandine şantajê, polîtîkayeke ku dagirkeriya Rojava normalîze dike dimeşînin. Polîtîkaya DYA’yê ya “divê PKK’yî ji Rojava û Bakurê Sûriyê werin derxistin, li gel ENKS’ê rêveberiyak hevpar were avakirin” di esasê xwe de tasfiyeya sazîbûna 10 salan a Xweseriya Demokratîk e.

Ji bo “Projeya Mezin a Rojhilata Navîn” a DYA’yê, li Sûriyê rêveberiyeke peyk wekî PDK’ê malbatî, eşîrî, miriyê serwet û pere, êdî guncaw tê dîtin.

Êriş û şantajên Tirkiyê timî zindî dihêlin û dixwazin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê parçe bikin. Di vê mijarê de DYA, NATO û Rûsya bûne şirîk.
(…)

Êrişên dewleta Tirk ên sîstematîk li dijî Efrîn, Kobanê, Şengal û Mexmûrê, bi erêkirin û agahiya NY, DYA, NATO ve Rûsyayê pêk tên. Û têkiliya van êrişan raste rast bi hev ve heye.

Hişmendiya heqîqet û rastiyê nîvê serkeftinê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv