BÎLANÇOYA ŞERÊ 2021’Ê
DI 742 ÇALAKIYAN DE 861 DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bîlançoya şerê sala 2021’ê yê li dijî dagirkeriya Tirk wiha eşkere kir:
Êrişên artêşa Tirk:
367 caran bi çekên kîmyewî
436 caran bi obus û hawanan
2025 caran bi balafir û helîkopteran.
Çalakiyên gerîla
17 serdegirtin
2 kemîn
30 êriş
43 Hêzên Parastina Hewayî
58 sekvanî
64 koordînekirî
112 sabotaj
160 çekên giran
256 derblêdan û şer
Bi giştî 742 çalakî hatin lidarxistin.
Di encama van çalakiyan de 861 dagirker hatin cezakirin û 128 jî birîndar bûn.
Fermandariyê di bîlançoyê de ragihand, ku di vî şerî de 198 hevrêyên wan şehîd bûne û 19 jî dîl ketine destê artêşa dewleta Tirk a dagirker.
Û wiha got:
Rewşa hin hevrêyên me yên aqûbeta wan diyar nebûye jî piştî ku hat zelalkirin, wê bi raya giştî re were parvekirin.