Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Armanca êrişa 23’yê Nîsanê temamkirina qonaxeke girîng a komploya navneteweyî bû’

 

NIRXANDINA BÎLANÇOYA ŞER A 2021’Ê
“ARMANCA ÊRIŞA 23’YÊ NÎSANÊ TEMAMKIRINA QONAXEKE GIRÎNG A KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BÛ”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a sala 2021’ê eşkere kir.

Li rex eşkerekirina bîlançoyê fermandariyê bi berfirehî şerê îsal nirxand.

Fermandariyê da zanîn, ku ew li benda êrişeke berfireh a dagirkeriya Tirk a ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn û wiha got:

Ji bo em van êrişan pûç bikin û ji bo biserxistina Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” amadekarî hatin kirin.

Fermandariyê eşkere kir, ku wan hêzên xwe li gorî vê yekê amade kirine û bi vî rengî ketine sala 2021’ê.

Di daxuyaniyê de êrişa qirkirinê ya 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî tevgera azadiyê û gelê Kurd hatî destpêkirin, hat bibîrxistin.

Li hemberî Pîlana Çokdanînê berxwedana mezin a Rêber Apo, gelê Kurd, dostên wî, hêzên demokratîk, jin, ciwan û gerîlayan hat destnîşankirin.

Fermandariyê got, bi vê berxwedana canbexşane pîlana çokdanînê hatiye rûxandin û rêjîma faşîst jî aniye ber asta hilweşînê.

Di daxuyaniyê de fermandariyê sebeba destpêkirina êrişa li dijî Garê ya serê salê û êrişa 23’ê Nîsanê ya li dijî Zap, Metîna û Avaşînê jî spart vê hilweşînê.

Piştî ku ji neçarî li têkçûna xwe ya li Garê mikur hat, dewleta tirk tecrîda li dijî Rêbertiya me girantir kir.

Li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê zextên xwe zêde kirin.

23’yê Nîsanê li dijî eyaletên Avaşîn, Zap û Metîna tevgereke berfireh ji bo dagirkirinê da destpêkirin.

Armanca vê êrişê di demeke kin de derxistina gerîla ji herêmê û temamkirina qonaxeke girîng a komploya navneteweyî bû.

NIRXANDINA BÎLANÇOYA ŞER A 2021’Ê
“HPG’Ê HESABÊ HIN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û HEVKARÊN WAN ÊN LI ERDÊ XIRA KIRIN”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel li hemberî vê êrişê berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla bi bîr xist.

Hêzên Parastina Gel, ku bi Serfiraziya Garê dest bi salê kirin, hesabê hin hêzên navneteweyî û hevkarên wan ên li erdê xira kirin.

Gerîla bi vê berxwedana dîrokî nehiştin, ku ev hêz encamê ji êrişên xwe bi dest bixin.

Gerîla ji Heftanîn heta Amedê, ji Dersimê heta Zapê bi taktîka şer a çeper, tunel û tîman timî di nava tevgera çalak de bûn.

Di sala 2021’ê de bi gerîlatiya dema nû, balafirên dewleta Tirk ên gelekî jê bawer bû ÎHA û SÎHA hatin pûçkirin.

Artêşa Tirk bi vê yekê careke din hat têkbirin.

NIRXANDINA BÎLANÇOYA ŞER A 2021’Ê
“40 HEVRÊYÊN ME YÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞEHÎD BÛN, ARTÊŞA TIRK TÊK BIRIN”

Fermandariyê bi bîr xist, ku li Werxelê, Girê Sor, Zendûra, Aris Faris û Mamreşo berxwedaneke dîrokî li hemberî van êrişan hat kirin.

Û destnîşan kir, ku ev şerê 6 mehan ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatiye biserxistin û rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê jî ji ber têkçûyînê nekarî bigihe hedefên xwe.

Artêşa Tirk ji ber vê, serî li çekên kîmyewî da, ku di qanûn navneteweyî de sûc e.

Li Siyanê, Mamreşo, Zendûra û Girê Sor 40 hevrêyên me yên rê nedan dagirkeran, bi van çekên kîmyewî hatin şehîdxistin.

NIRXANDINA BÎLANÇOYA ŞER A 2021’Ê
“PDK’Ê JI PIŞTÊ VE XENÇER LI BERXWEDANA PÎROZ A GERÎLA XIST”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku PDK jî bi rola xwe ya li erdê ji piştê ve xencer li berxwedana pîroz a gerîla daye.

Mixabin hêzên PDK’ê li gorî armanc û hedefên dewleta Tirk tevgeriyan û hewl dan berxwedana pîroz a gerîla qels bikin.

Dîsa jî di encama nêzîkatiya hêzên me de rê li ber gelek tiştên neyênî yên ciddî hat girtin.

NIRXANDINA BÎLANÇOYA ŞER A 2021’Ê
“GERÎLA WÊ DI SALA NÛ DE BIBE BERSIVA HÊVIYÊN ŞEHÎDAN Û RÊBERTIYÊ”

Fermandariyê fermandarên HPG, YJA-Starê, gerîlayên ev destan nivîsandine bi bîr anîn û wiha got:

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bûne hêviya tevahiya gelên bindest ên bi hesreta azadiyê, wê di sala nû ya têkoşînê de jî bi rola xwe rabin.

Wê bibin bersiv û hêviya şehîdên me yên leheng û Rêbertiya me.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv