Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hakki Boltan: ‘Hikûmeta AKP-MHP’ê bi enfalkirina Kurdan Ewropayê terbiye dike’

 

HIKÛMETA AKP-MHP’Ê BI ENFALKIRINA KURDAN EWROPAYÊ TERBIYE DIKE
HAKKI BOLTAN / WELAT

Dema çek û Erdogan tên ba hev teqez SÎHA tên hişê mirov. Lê dema em qala Belarûs û çeka Erdogan dikin, armanc ne bibîranîna SÎHA’yan e. Jixwe em qala wan jî nakin. Çeka ku mijara me li ser wê radiweste du aliyên xwe yên stratejîk hene. Ji van her du aliyan jî ji nijadperestiya serokomarê tirk Erdogan û hevalbendê wê Devlet Bahçelî diherike. Hêlek bi ser Yekitiya Ewropayê ve û hêlek jî bi ser Kurdistana birîndar ve…

Li bakurê Ewropayê Serokomarê Belerusyayê Lukaşenko mil daye Enqereyê û ji bo siyaseta nijadperest ketiya nav kar û bareke bê yom. Bênavber bi ‘şûrê nijadperest ê Erdogan’ gef li Ewropayê dixwe. Tişta xerîb ev e ku ‘çek’ ango ‘şûr’ ê destê Lukaşenko kurdên reben ên ku ji cih û warên xwe hatine kirin, bi xwe ne…

Ez bawer im ev şano ji bo we ne xerîb e. Çendek berê Erdogan û hemû hestîkojên wî bi yek dengek nedigot ‘Ey! Ewropa. Hişê xwe bîne serê xwe. An jî, em ê deriyan bidim ser pişt û bi milyonan penaber biherike Ewropayê.’ Heta cihek ev gef bi ser ket. Îro ev listik careke din hat û li ber deriyê Ewropayê derket ser dika şanoyê…

Ev çeka ‘şûrê du dev’ a di destê Erdogan de SÎHA û ÎHA jî di nav de ji her cure çekên ‘mîlli yên tirk’ bêtir derfeta qirkirin û tunekirina kurdan xist destê Erdogan û hevalbendê wî Baxçelî.

Li aliyê Kurdistanê jî bi destê malbata Barzaniyan siyaseta nijadperest a tirk li Herêma Federel a Kurdistanê zextên koçkirinê birêxistinkirin. Hedef valakirina herêmê ye… Taybet jî herêma Behdînanê… Ev zextên bi destê milîtarîstên tirk û nokerên wê yên li herêmê tên birêvebirin, gelê Behdînî ji can û malê wan kir. Îro li sînorê Polanya û Belerûsê bi deh hezaran koçber, taybet jî koçberên kurd li hember mirinê li ber xwe didin…

Li cihê niha lê dimînin û ji bo jiyana xwe ji dest nedin, li ber xwe didin rewşa dawî dê çawa be ne diyar e…

Lê tişta diyar heye; Ewropa bi tavîzan nikare rê li ber zextên nijatperest ên tirk bigire. Her ku tavîz da bi destê nijadperestan zextê li ser xwe mezintir kir. Ev ji bo kurdan jî wisan e…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv