Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Beşdarên Keştiya Azadiyê diaxivin: ‘Fikra konfederalîzma demokratîk a Ocalan alternatîfeke xurt e’

 

BEŞDARÊN KEŞTIYA AZADIYÊ DIAXIVIN:
FIKRA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A OCALAN ALTERNATÎFEKE XURT E

Maria Florencia Guarche, endama TJK-E’yê Naciye Demîr û endama Konfederasyona Sendîkaya Gel a Îtalyayê Rajaa Ibnou Quounain ên beşdarî çalakiya keştiya Azadiyê bûn, ji ajansa ANHA’yê re axivîn.

Maria Florencia Guarche ku ji Brezîlyayê tevlî keştiyê bû wiha axivî:

“Em ne tenê ji bo azadiya Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tevlî vê çalakiyê bûn. Projeya konfederalîzma demokratîk a Ocalan ji bo me hemiyan alternatifeke jiyana kapitaliste. Em jî li Brezilyayê li dijî faşizmê têdikoşin, bi kurdan re gelek aliyên me yên hevbeş hene. Lewma divê xebatên me jî hevbeş bin.

Endama Konfederasyona Sendîkaya Gelan (CUB) Rajaa Ibnu Quounain jî got:

“Ev keştî xwedî hêzeke sembolîk bû. Ji bo min serbilindî ye ku min tê de cîh girt û piştgirî da azadiya rewşenbîrekî weke rêzdar Ocalan. Divê felsefeya wî bigêhêje hemû gelan. Me baweriya xwe bi serkeftinê aniye.”

Çalakvana TJK-E’yê Naciye Demîr jî derheqê Keştiya Azadiyê de wiha axivî:

“Rêber Ocalan hat Ewropayê û hewl da pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalogê çareser bike. Lê ti dewletê xwe nêzî çareseriyê nekir. Çalakiya Keştiya Azadiyê teqabûlê roja hatina rêber Apo ya Îtalyê dike.

Naciye Demir bibîr xist ku 23 sal in li ser rêber Apo tecrîd û şîdeteke giran heye û got azadiya wî ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelên din jî gelek girîng e.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv