ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
GERÎLAYÊN YJA-STARÊ: DIJMIN ÊDÎ NIKARE LI BER XWE BIDE
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedana gerîla dewam dike.
Gerîlayên YJA-Starê Nûdem Farqîn û Dîrok Amed li ser çalakiyên serketî yên gerîla axivîn.
Nûdem Farqîn têkildarî çalakiyeke li herêma Xakurkê agahî da û da zanîn ku eskerê Tirk li qada şer newêrin ji ciyê xwe bilivin.
Gerîlaya YJA-Starê Dîrok Amed jî anî ziman ku ew êrişên dijmin hemûyan têk dibin.
Dîrok Amed anî ziman ku eskerên tirk ên ji taqetê ketine, li herêmê amûrê teknîkî bi cîh dikin.