ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BI XETA APOYÎ Û PKK, KOLETÎ BI DAWÎ BÛ, AZADÎ BI SER KET
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya nêzîkbûna salvgera damezrandina PKK’ê ji qala rastiya rêbertî û berxwedana PKK’ê kir.
Dûran Kalkan bi nirxandina ku ji malpera pkk-online re kirî, diyar dike ku meşa rêbertî ya li dijî zor û zehmetiyên herî bêeman, meşeke dîrokî ye.
Kalkan li ser rola PKK’ê jî ya di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jî wiha axivî:
Beriya her tiştî bi PKK’ê re, koletî bi dawî bû, azadî bi ser ket.
Li Kurdistanê di bin zordariya qirkerî-mêtingerî-faşîzmê de pêşî li tunebûna neteweyî hate girtin.
Li ser xeta Apoyî li Kurdistanê ji bo gelê Kurd dîroka jiyan û vejîna azad jinûve despê kir.
Em ê salvegera 44’yan a damezrandina partiya xwe li ser xeta Rêbertî û Şehîdan bikin pêvajoyeke pêngavî ya jinûve partîbûnê.
Dûran Kalkan îşaret bi êrişên tasfiyekirina PKK’ê kir jî û got:
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PKK’Ê DI PÊVAJOYA 43 SALAN DE TÊKOŞÎNEKE BÊEMAN DA MEŞANDIN
PKK’ê di têkoşîna xwe ya 43’ê salan de li dijî dijminê qirker û faşîst têkoşîneke bêeman da meşandin.
Di encama vê têkoşîna azadiyê de gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin.
Hêzên mêtinger-qirker ên pirsgirêka Kurd afirandin, her tim bi rengekî hovane êriş birin ser partiya me.
Birêvebirên vê dîktatoriya faşîst AKP-MHP hewl didin PDK’ê jî weke parçeyek van êrişên plankirî bi kar bînin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI DIJÎ ÊRIŞAN ME BI GELÊ XWE RE BERXWEDANEKE GIRÎNG A ŞOREŞGERÎ MEŞAND
Kalkan li himberî faşîzma dewleta tirk bal kişand girîngiya berxwedana şerê gel ê şoreşgerî û ev nirxandin kir:
Li dijî van êrişan me bi gelê xwe re berxwedanek girîng ya şoreşgerî da meşandin.
Di hedefa van êrişan de Rêber Apo heye, PKK heye.
Tecrîd û êşkencaya li Îmraliyê bi van êrişan ve girêdayî ne.
Dûran Kalkan îşaret bi berxwedana jin û ciwanan jî kir û got:
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BI PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ ME BERSIV DA ÊRIŞAN
Jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dijî van êrişên faşîst-qirker li ber xwe dan.
Jinan bi têkoşîna xwe ve nîşan da ku wê di pêvajoya pêş me de bibe hîmê guherîn û veguherîna civakî.
Tevgera me ya ciwanan li çar parçe Kurdistanê li dijî êrişkariya qirker-faşîst berxwedaneke girîng da.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan da zanîn ku Hêzên faşîst-qirker û derdorên noker-xayin hesab dikirin ku PKK’ê qels bikin.
PKK’ê bi pêngava berxwedanê ya ”Bes e ji tercîdê, dagirkeriyê û faşîzmê re! Dema Azadiyê ye” bersiv da van êrişan.