Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Sembola welatparêziyê: Apê Ûsiv’

 

SEMBOLA WELETPARÊZIYÊ: APÊ ÛSIV
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Di 9’ê Cotmeha 2021´ê de careke din dewleta Tirk a dagirker êrişeke nemirovane bire ser taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê û di encamê de 3 nefsên malbata Gulo şehîd bûn. Di nava şehîdan de sembola welatparêzî û kedê Apê Ûsiv ê 83 salî jî hebû. Li gel Apê Ûsiv 2 neviyên wî, Mihemed û Mazlûm jî hebûn…

Ev komkujiya bi serpereştiya Erdogan, ne cara yekê ye ku li dijî pêşeng û nirxên gelê Kurd pêk tê. Ev êrişên li dijî sivîlan, têkçûna siyaseta rejîma Tirk nîşan didin. Ji wan êrişên çavsor ên dewleta Tirk jî diyar e ku ev rejîm pirr xirab xitimiye û êdî hew dikare hêzên navneteweyî bi derewên xwe qanih bike.

Ji ber ku gelek caran ji bo têkbirina destketiyên Rojava soz da, lê sozên xwe nebirin serî. Heta dawî piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê û ew bi ser gelan de ajot, lê ti encam bi dest nexist. Ji lewma, niha ew bi xwe ketiye dewrê. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi Şengal, Mexmûrê, ji Amedê heta bi Qamişloyê, wê êrişên bi armanca qirkirin û dagirkerinê dane destpêkirin.

Di êrişên leşkerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li berxwedaneke mezin qelibî û ti encam wernegirt. Niha jî bi têknîka xwe ya pê bawer û balafirên bê mirov dest bi êrişan kiriye. Beriya bi çend hefteyan li Kobanê 2 êriş li ser hev kirin. Dîsa bi heman rêbazê li Şengalê sivîl û pêşengê gel kirin hedef û li pêş çavê cîhanê sûcê şer kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina kesayetên welatparêz dixwaze vîna gelan bişikîne û wan ji doza wan dûr bixe. Lê piştî her êrişê gelê Kurd û pêkhateyên herêmê peyama ‘Em natirsin, ti êriş nikarin me ji doza me ya azadiyê vegerînin’ didin. Her wiha li hemberî xiyanetkar, xwefiroş û sîxuran jî dibêjin; wê xiyanet têk biçe û berxwedan bi ser keve.

Heta ev hêz û biryadariya gelê Kurd û gelên li azadiyê digerin hebe, ti êriş wê nikaribe bi wan. Apê Ûsiv nûner û sembola vê biryardariyê ye.

Wî tevahiya jiyana xwe xist xizmeta doza Kurd û Kurdistanê, ew bav û bapîrê şehîdan e. Ew dilsozê azadiyê û şopdarê rêya heqîqetê ye…

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv