Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Faruk Sakik: ‘Azadiya Ocalan’

 

AZADIYA OCALAN
FARUK SAKIK / RONAHÎ

Piştî Reber Apo dîl hat girtin şerê du eniyan dest pê kir. Aliyê yekê azadiya Ocalan dixwaze: Ocalan ji bo Kurdan, gelên bindest û
mirovayiyê nirxekî pîroz bû… Ji bo vê jî gelek kes ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.

Aliyê duduyan jî tinebûna Ocalan dixwaze: Ocalan, bi paradîgmaya xwe, li Rojhilata Navîn li dijî berjewendiyên dewletên desthilat ên cîhanê dibû asteng. Ji bo vê yekê komplo dan destpêkirin.

Di sala 1998’an de dema Ocalan derbasî Ewropa bû, civaka ku azadiya wî dixwest bê amadekarî bû. Li Rêber Apo xwedî derneketin. Di dîplomasî û xebata lobî de, ne xwedî tecrûbe bûn. Îstîxbaratên dewletên komploger di nava civaka Kurd de bi dû sîxûran ketibûn. Bernameyên Rêber Apo dihatin manîpûlekirin. Hin agahiyên ne rast jê re dihatin serwîskirin. Carna kontakta wî û rêxistinê dihat qutkirin.

Dema derbasî Roma bû êdî navnîşana wî diyar bû û Kurdên diyaspora Meşa Roma dan destpêkirin. Kurd li Roma bûn û xwedîderketineke mezin hebû. Hin israr û derfet hebûna wê Roma bibûya navenda çareseriya doza Kurdistanê jî.

Komplogeran ev yek dît û li Roma navenda ku Rêber Apo lê bû dorpêç kirin. Di serî de istixbarata Tirkan tevayiya istixbaratên dewletên komploger li wê derê bûn. Dewletên wan jî li dijî dewleta Îtalya siyaseteke dijminane dimeşandin…

Dema di sala 1999’an de dîl girtin û radestî Tirkiyê kirin, ji bo Kurdan û kesên bi Ocalan bawerî anîbûn pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoya azadiya wî.

Komplogeran jî pêvajoya bi tecrîdê wî ji civakê qut bikin dan destpêkirin. Li Tirkiyê rejim ji bo rê li pêşiya îmaja wî ya rêbertiyê bigire ketibû nava hewldanan…

Gelek kampanya û çalakî hatin lidar xistin. Pêngav îro ji bo azadiya Rêber Ocalan li Kurdistanê û qada navnetewî, bi tevlîbûneke mezin dewam dike. Di roja me de ji bo ku êdî encamê bigirin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin xebat tê kirin…

Neyê jibîrkirin çawa di dîlgirtina wî de kêmahiyên me hebûn, divê di azadkirina wî de jî berpirsyariyeke me ya mezin hebe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv