Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Yên xwestin tine bikin tine dibin 24.11.2020

 

YÊN XWESTIN TINE BIKIN TINE DIBIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Gelê Kurd tevî ku sedsale di bin zilim û zoreke qirker de ye, li ser piya ye û serî netewandiye. Bi taybetî bi têkoşîna bênavber ya 50 salên dawî dayî, bûye gelekî wisa ku nayê tinekirin. Lê dewleta Tirk ya dijminê Kurd, bi israr e ku Kurdan qirr bike, kok lê biqelîne. Ji ber vê sebebê dema dibîne Kurd li pêşberî wê li ser piya ne, vê carê dîn û har dibe. Li gel hemû pêkanînên qirêj, der-mirovî, bêexlaq û bêwijdan jî nikare bigehe armanca xwe. Çima? Ji ber ku ev gel bi têkoşîn û heqîqeta xwe her roj rih û hezkirina azadiyê û berxwedanê diafirîne. Her wekî dara berû, vê fikir û çandê rayên xwe berdane kûrahiyan. Çiqas bibirin, çiqas bişewitînin, ew dîsa li ser koka xwe ji nû ve şîn dibe.

Niha li dijî êrişa kokqelandinê, bi berxwedana li ser kokên dîrokî, têkoşîneke mezin pêk tê. Divê her Kurdistanî, her mirovê Rojhilata Navîn û her dinyayiyek vê rastiyê bibîne. Ev berxwedana mezin ya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hemûyî ye. Îro li Kurdistan, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û dinyayê desthilata ji bo mirovahiyê ti meşrûiyeta wê nemayî desthilata AKP-MHPʼê ye. Ya rastî, vê desthilatê li gel xwe serê Tirkiyê jî xwariye, ew têk biriye. Wisa lê nenêrin, zirzopiyê dike, wiha wiha dibêje. Desthilata herî lawaz ya dinê ye. Welatek desthilata wê ewqas lawaz be, mirov nikare behsa hêza wî welatî bike. Êrişên pêk tîne hemû û gavên davêje, li pêşberî tinekirina xwe û tirkiyê pêk tên. Ne desthilata heyî, ne jî Tirkiyê di dinyayê de ti bandor û îtîbara xwe nemaye. Tenê bûye enstrumanek ku hin dewlet ji bo polîtîkayên demkurt û berjewendiyan bi kar tîne.

Ti hêzê nedikarî vê desthilat û dewletê ewqas teşhîr bike û bîne noqteya tinebûnê. Ji bo tinekirina tevgera azadiya Kurd hemû rezervên xwe yên maddî û manewî xerc kir, lê nekarî sekna azadiyê ya gelê Kurd û tevgera azadiyê tine bike. Ew bixwe ketiye qonaxa tinebûnê. Niha behsa dema piştî Erdoganî û jinûveavakirina Tirkiyeya piştî Erdoganî tê kirin. Her çiqas desthilata AKP û Tayyip Erdogan behsa ‘demek nû’ ya demokrasî û edaletê bike û hewl bide dinyayê bixapîne jî, ev ‘hewara’ wan bê encam e. Desthilata şer jî nikare Tirkiyeyê rizgar bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv