KONSEPTA DORPÊÇKIRINA ŞENGALÊ
CIWANÊN KURD LI EWRÛPAYÊ HEWLDANÊN LI DIJÎ CIVAKA ÊZDÎ PROTESTO KIRIN
Li dijî Şengalê bi erêkirina Amerîka peymanek ji aliyê PDK, Iraq û dewleta Tirk ve hatiye amade kirin..
Armanca sereke ji peymanê şikandina îradeya azad a civaka Êzdî ye..
Ji ber vê di serî de gelê Şengalê, gelê Kurd li dijî vê peymanê ye..
Doh di çarçoveya lihevkirina dijberên Şengalê, artêşa Iraqê hejmareke zêde ji eskerên xwe veguhestin herêmê..
Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li dijî vê tevgerê banga hişyariyê li tevahiya Kurdan kir..
Ciwanên Kurd ên li Siwîsre û Fransayê bersiv dan banga Meclisa Şengalê û li dijî peymanê dest bi çalakiyan kirin..
Endamên Tevgera Ciwanên Şorşeger li bajarê Aaraû yê Swîsreyê peymana Bexda-Hewlêr bi çalakiyekê şermezar kirin
Ciwanên li navenda stasyona trenê kom bê navber sloganên ‘Destê xwe ji Şengalê bikêşin’ gotin…
Li bajarê Fransayê Bordu jî bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin..
Endamên Tevgera Ciwanan li qada Grand Theatre kom bûn plana li dijî Şengalê weke hewldaneke nû ya qirkirina civaka Êzdî binav kirin..
Li bajarê Marsîlyayê jî ciwanên Kurd li dijî hewldana dorpêçkirina Şengalê daketin meydanan..
Koma ciwan rê li çûn û hatinê girtin û bang li her kesî kirin da ku xwedî li gelê Şengalê derkevin..
Li herêma Esslîngen a girêdayî bajarê Almanyayê Ştuttgartê jî hevkariya PDK’ê ya li dijî gelê Şengalê hat protestokirin..