Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Erzincan: Em ê bibin pêşengên parastina destketiyên jinan 24.11.2020

 

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TÛNDIYA LI SER JINÊ
BESÊ ERZÎNCAN: EM Ê BIBIN PÊŞENGÊN PARASTINA DESTKETIYÊN JINAN

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê Besê Erzîncan, bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê, ji ajansa ANF re axivî..

Erzîncam bi bîr xist ku wan weke KJK’ê bi durûşmeya “Li dijî qirkirna jin û civaka azad, dema parastinê ye” pêngaveke ragihandine û wiha got:

Wek tê zanîn Rêber Apo di bin şertên herî giran ên tecrîdê de, ji bo bidawîkirina hewldanên qirkirina jinê, rêya jiyana azad pêş xist. Ji ber xwedîderketina wî li azadiya jinê, êrişên dewletê li dijî rêbertiya me zêde dibin. Rêber Apo pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dike. Ji ber vê çendê, jin jî ji bo azadiya wî, têkoşînê xurt dikin.

Besê Erzîncam anî ziman ku lazime îsal jin ji bi awayekî cûda roja 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin û wiha dewam kir:

Di qonaxa heyî de zanînsta jinê ya azadiyê ji her demê zêdetir e. Êdî jin bi ti awayî ferzkirina koletiyê qebûl nakin.
Li hemberî tûndiya tê kirin, şaş e ku jin li bendê bin dewlet ti gavên erênî bavêje. Ji ber, ê êrişkar û kujeran diparêze dewlet bixwe ye.

Yekane rêya bidawîkirina tûndiyê, biryardariya jinê û hêza wê ya xweparastinê ye.

Di vî warî de wê têkoşîna azadiya jinê hê bilindtir bibe. Wê her roja jinê bibe 25’ê Mijdarê. Li mal, kolan, navendên kar û her deverê, dengê li dijî tûndiyê wê bilind bibe. Li vir a girîng ew e ku jin di navbera xwe hevgirtî bin. Bê goman ev yek ne tenê erka jinê ye. Ji ber ku pirsgirêk tevahiya mirovahiyê aleqedar dike, lazime hemû civak beşdarî vê têkoşînê bibe..

Endama Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku di serî de Îmralî, dewleta Tirk li her devera Kurdên lê ne êrişên xwe ên qirkirinê zêde kirine û wiha got:

Jinên Kurd li çar aliyên Kurdistanê bi hêza xwe a parastinê bersivê didin êrişên dewleta faşîst. Ti carî stûyê xwe netewandin. Bi vî hêz û baweriyê, wê jinên Kurd 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin.

Li drveyî welat jî asta zanîst û rêxistibûyîna jina Kurd bilind bûye.

Bê goman li hemberî van êrişan, erk û berpirsiyariya herî mezin ji aliyê gerîllayên jin ve tê bicihanîn. Di serî de Haftenînî, gerîllayên jin li her aliyê Kurdistanê bi riheke fedaî şerê parastinê dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv