PISPORÊ SIYASÎ ÎVAN FÎLÎPOV
ROJNAMEYA RÛSYA KOMMERSANT
Di dîroka sedsalî ya Tirkiyeya nûjen de cara yekem, di qada civakî û siyasî de çavek ji bo împaratoriyek demdirêj şiyar bû. Hestên bi vî rengî bi piranî ji ber bêhêvîbûna civakê ye di cemidandina pêwendiya ji bo endambûna welatê Yekîtiya Ewrûpî de tê.
Serokomarê niha yê Tirkiyê, Receb Tayîp Erdogan, hewl dide ku sûdê ji vê yekê werbigire û dîmenek wek a «ruyê nû a ji paşerojê » pêşkêş bike. Ramanek heye ku wî “Tirk şiyar kir” û “xîlafetek nû” ava dike. Lê ev çiqas rast e? Mînak, hûn çawa dikarin wan ên ku berê şiyar bûne şiyar bikin?
Di cîhana nûjen de ronesanse imparatoriya Osmanî gengaz e?
Fikra împaratoriyek klasîk wekî bersivek ji dijwarîyên îroyîn re dişibe hewldanek veşartina ji çekên nûjen di serdema navîn de.
Modela ku siltanên Osmani Mehmed û Suleyman carekê bikar anîn li ser bingehê ku avantaja leşkerî wek çareya esasî hate bingehkirin. Ev nêzîkatî di destpêka sedsala borî de îflas kir, û heke ne ji veguherîna Ataturk bûya, Tirkiye ya nûjen wê tu carî tunebûya.
Di mesela Tirkiyê de, sazkirinên guhertinên sedsala 16-an, bê guman nikarin bibin bingehek ji bo firehbûnek bi vî rengî, bi taybet li herêm û welatên di warê aborî de pêşketî.
Wekî din, ji bo avakirina împaratoriyek rastî bingehek aborî ya Tirkiyeyê tuneye. Dewlet ne di nav 15 welatên jorîn ên cîhanê de – ne ji hêla nifûsê ve, û ne jî ji hêla axê ve.
Çiqas axaftinên mîlîtarîst û, ya herî girîng, kiryarên Erdogan hebin, ewqas Tirkiye ji firehbûna aboriya xwe dûr dikeve.
Wê demê, çima modelek kevnar hate hilbijartin û bi pratîkî hemî siyaseta derve û navxweyî bi Erdogan ve tê girêdan?
Du sedemên vê yekê hene. Ya yekem, ew ji pirsgirêkên tengasiyê vekêşînek klasîk e, “li ser xilaskirina navxweyî dilîze.”
Dema mirov hesabek matematik bike çalakiya Erdogan ji hilbijartinên pêşerojê re hêsan dibe. Kiryarên Tirkiyê yên vê dawiyê yên li Kafkasyayê jî nişaneya vê yekê ne.
Ya duyemîn, “avakirina împaratoriyek nû” bingeha zêdekirina hêza xwe yanî hêza Erdogan e.