Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Wargeha fikrên azadiyê, Îmralî 19.02.2021

 

GULISTAN ÇIYA ÎKE / NEWAYA JIN
WARGEHA FIKRÊN AZADIYÊ: ÎMRALI

Demeke dîrokî ye, ku çi dibe bila bibe divê Kurd bê statu nemînin. Carnan dema li rewşa me Kurdan dinêre mirov dibîne pir nêze serkeftin. Lê wisa neqebek kûr heye, ew jî komplo bi xwe ye. An divê dûbare komployê bi têkoşînê pûç bike û wê neqebê derbas bike, an neçar wê sed salên din li benda azadiyê bimîne.

Di sala 22’an a pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de dengên azadiya ji bo Rêber Apo li qada navnetewî bilind dibin. Lewma hêviya serkeftinê ji berê zêdetir e, dengvedana li dinyayê zêdetir bûye. Li Ingilistanê sendîkayên kedê, ji Başûrê Efrîkayê înisiyatîf, li Îtalyayê bi dehan şaredariyên piştgirên azadiya Rêber Apo, nîşan didin têkoşîn gihaye asta navnetewî. Ev derfetek gelek giring e û mezin e ji bo komplo bi azadkirina Rêbertiyê bi temamî têk biçe.

Têkoşîna sala 2021’ê, têkbirina komployê û serxistina pêngava dema azadiyê girêdayî têkoşîna jinê ye. Bêguman weke her sal, 8’ê Adarê dê îsal jî bi van aliyên giring û jiyanî barkirî be. Ji xwe ji bo jinên Kurd wateyeke din ya girîng ya 8’ê Adarê jî ew e, Rêber Apo dema komploya navnetewî pêkdihat, 8’ê Adara 1998’an îdeolojiya rizgariya jinê ragihand. Ferqa tevgera jinê ya herî mezin û heta bêhempa ev e.

Rêber Apo azadiya jinê kir meseleyekî pergalî û bingehê hemû çareseriyan. Li dijberî teorî û tevgerên azadiya jinê piştguh dikirin, an jî dihiştin piştî ‘şoreşê’, Rêber Apo got: ‘şoreş bi azadiya jinê mumkun e’. Lewma tevgera Apoyî tevgerek jinê ya sosyalîst û demokratîk e.

Hebûna azad ya Kurdan, jinan û heta gelên li herêmê xwe disipêre serkeftina vê bîrdoziyê. Esas komplo li dijî vê fikra azadiyê ye. Tecrîd, êriş, dagirkirin; şerê qirkirinê ji bo jiholêrakirina vê heqîqeta pêk tê ye. Ji ber vê ji 15’ê Sibatê ber bi 8’ê Adarê divê têkoşîna Azadiya Rêber Apo îsal bigehê lutkeyê. Ji her demê zêdetir derfetên vê hene. Tenê ew maye ku jin bikevin tevgerê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv