Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Piştî Garê ew ê çi bibe? 19.02.2021

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
PIŞTÎ GARÊ EW Ê ÇI BIBE ?

Derdê Erdogan her ku diçe mezin dibe. Bi taybet van heyamên dawî berê xwe bide kîjan alî, di destê wî de dimîne.
Berê ne wisa bû. Di her gavên wî de opozîsyona statûparêz bi wî re bû. Dema destlênedayîna hevserok û parlamenterên HDP’ê rakir, piştgiriya herî mezin ji CHP’ê girt. Di hemû tezkereyên êrîşên li ser kurdan de, CHP û partiyên din ên statuparêz, wî tenê nehêlan. Lê ev aliyên statûparêz di êrîşa Garê de renk guherandin. Niha, wisa xuya dike ku carek din naxwazin di cihoka Erdoganê de aşnê bikin. Li pêy lêgerînên din in.

Bêgûman, helwesta wan ji rastiyê dûr in, lê qet nebe ev car rasterast Erdogan sûcdar kirin. Wî ji qetilkirina 12 polîs, leşker û MÎT’ên tirkan berpirsiyar dîtin. Berê, di her êrîşên ser kurdan de, bi taybet di şerên bi gerîlayan de Erdogan çi bike ne xema wan bû. Di ser de jî piştgiriyên xurt didan wî. Dayika Taybet 7 roj li kolanê hiştin, carek tiştek negotin. Cemîleya 10 salî bi rojan di sarincokê de ma, ne derdê wan bû. Nêzî du sed însan li jêrzemînan bi saxî şewitandin, qet ji xwe carek jî behsa wê nekirin. Ji bo statû têk neçe, li pişt her kiryarên qirêj a Erdogan û Bahçelî sekinîn.
Lê ev car wisa nebû. Ji encamên şerê Garê, rasterast Erdogan berpirsiyar girtin û wî sûcdar kirin. Sedemên vê yekê hene. Divê, bi hurgilî were nirxandin.

Ji 2014’an heta niha, ango ji ‘plana çokdanînê’ heta niha di nav lîstokek nû de bûn. Dawî bi lîstoka wan hat. Lîstoka wan a 2014 darbeya axirîn li Garê xwar. Bi qenaata min, CHP û yên din, ji bo wê ev car piştgirî nedan encama Garê.

Belê, piştgirî dan êrîşê lê nedan encamê. Di 10’ê mehê de dema êrîş dest pê kir, her yek wek leşkerek li pey Erdogan sekinîn. Piştî têkçûna wî jî, diranên xwe li Erdogan nîşan dan.

Lê rastî ew e. Yên Erdogan têk bir ne ew in. Kurd wî têk birin. Vê rastiyê fam bikin, dikarin ‘lîstika’ xwe ya nû li ser çareseriyek esasî saz bikin. Yan em ê ‘lîstokek nû’ temaşe bikin. Ka em lê binêrin, piştî Garê ew ê çi bikin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv