Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: AKP-MHP, piştî Garê gêj bûne 19.02.2021

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
AKP-MHP, PIŞTÎ GARÊ GÊJ BÛNE

Eger li Garê bi ser ketibûna, ew ê di demek kurt de çûbûna hilbijartina giştî ya pêşwêxt. Lê weke hat xuyakirin û Erdogan bi xwe jî mikur hat ku bi binketin.

Lê ev mirov rehet ranaweste. Weke marê dar li serî ketibe, ew ê ji berê bêhtir bibe êrîşkar.
Berê hinek bi şêwir û bi amadekerî siyaseta xwe ya qirêj dimeşand. Bêguman armanca wî ya sereke, bi giştî têkbirina Tevgera Azadiyê bû, her wiha di heman çarçovê de bi taybetî jî HDP, HDK û sazî, dezgeh û rêxistinên di heman qadê de bû. Hema niha di ser 10 hezar kesî re, rêveber û endamên çalak ên van tevger û rêxistinan girtîne.

Roja çarşemê hat, lê tu mizgîniya xêrê nehat, ew gotina xwe ya çarşemê jî nekir û deng jê derneket. Lê me dît, roja çarşemê dengê êrîşa ser Garê hat, erê wan encam nedigot, wisa diyar bû ku agahiya wî jê hebû ku bernameya wî, weke dilê wî nameşe û ew ê nikaribe encama ku ew dixwaze bistîne, lewma mizgîniya xwe ya roja çarşemê betal kir.

Weke hat zanîn, li Garê şikestinek dîrokî xwar. Gerîla careke din wî ruhê xwe yê şoreşgerî, wê îradeya xwe Apoyî û wê berxwedana xwe ya lehengî raxist ber çavan. Careke din mirazê Erdogan, Bahçelî û hevalbendên wan di qirika wan de hişt. Berovajî wî, şûna wî, gerîlayên azadiya Kurdistanê, mizgînî dan gelê xwe û hezkiriyên xwe yên cîhanî û di asta cejnekê de, bi vê serkeftina bi rûmet ew xelatdar kirin!

Weke di destpêkê de hat gotin, mîna marê birîndar, bê hiş û îrade vir de û wir de baz dide. Ji alîkî ve xwedê giravî şûna şehîdê xwe digerîne, lê dayikên şehîdên xwe jî, ji bo serkeftina hilbijartinên xwe bi kar tîne û li gel vêna dikeve nava nakokiyan; bi ken û helwestên xwe yên ne li rê, xwe kiriye pêkenînê gel.

Helbet mirovên wisa her dem dikarin hovîtî û hartiyê bikin û êrîşî hinek deverên din jî bikin, jixwe behsa êrîşkirina Şingalê, Mexmûrê yan hinek herêmên din ên Rojava û hwd. tên kirin.

Ji ber ku hilbijartina asayî ya 2023’an, ne li berjewendiyên wî ye, li gor zagonê nikare careke din bibe berendamê serokdewletê. Lewma divê şert û mercan ji bo hilbijartinek pêşwext biafirîne. Heta ku ji destê wî were, ew dev ji planên qirêj bernade. Lê wisa diyar dibe ku her diçe, şert û merc li dijî armancên wî yên serokdewletiyê bi pêşve dikeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv