ÎSMAÎL HAKKI PEKÎN:
MÎNA PARÎSÊ , NIHA JÎ LAZIME EM RAYEDARÊN PKK’Ê YÊN LI EWRÛPAYÊ BIKIN HEDEF
Ji 14’ê Sibatê ve dewleta Tirk bi serok-komar, hukûmet, artêşa û ragihandina xwe ji bandora têkçûyîna li Garê xelas nebûne..
Lewma artêşa Tirk ku duyemîn hêzan mezin a NATO’yê ye bi 509 balafir û hezaran leşker hewl da Garê dagir bike, lê di nava 4 rojan de têk çû..
Bi ser de jî 13 esker û polîsên ku ji aliyê gerîlla ve dîl hatibûn girtin, bi bombeyên balafiran kuştin..
Di serî de HDP’ê, beşeke mezin ji muxalefetê, Erdogan weke berpisê vê encamê dibînin..
Desthilatdarî jî ji bo bi ser vê têkçûyînê de bigre, hemû hêza xwe bikar tîne..
Hema bêjin, her rojê kalemşor û şerxwazan beşdarî bernameya dike..
Û hemû niraxndinên wan jî pêşxstina awayên tinekirina tevgera azadiya Kurdistanê ne..
Yek ji van şerxwazan, kesê bi navê Îsmaîl Hakki Pekîn e..
Pekîn heta sala 2012’an di asta fermandariya herî jor de cihê xwe di nava artêşa Tirk de girt û beşdarî gelek şerê li dijî Kurdan bûye…
Niha jî endamê Partiya nijadperest Vatanê ye..
Pekîn di bernameya kanaleke televizyona tirk de eşkere li wê yekê mukir hatin ku komkujiya Parîsê ya sala 2013’an ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin..
Generalê teqawîtbûyî bi vê jî sînordar nema û bang li dewletê kir da ku heman rêbazan dîsa bikar bîne..
Îsmaîl Hakki Pekîn di axaftina tîne ziman ku endamên konseya rêveber ên tevgera Kurd ji Qendîlê dernakevin û ji ber vî yekê hedefgirtina wan ne hêsane ..
Weke alternatîf jî vê rêyê nîşan dide:
Li Ewrûpayê endamên wan ên konseyê hene. Lazime em li hemberî wan tiştekî bikin. Beriya niha li Parîsê hatibû kirin.