Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Josh Shepherd: Ev jinên çeka AK-47 hilgirtine ji bo azadiyê şer dikin 19.02.2021

 

JOSH SHEPHERD-THE STREAM
EV JINÊN ÇEKA AK-47 HILGIRTINE JI BO AZADIYÊ ŞER DIKIN

Ev jinên ku çeka AK-47 di destê wan de ye, li Sûrî ji bo azadiyê şer dikin.

Dema terorîstên hov êrişî civaka wan kirin, ew ne bê çare bûn. Çek hilgirtin û malên xwe parastin. Ew niha ji bo aştiyeke mayînde tê dikoşin.

Beriya 4 salan dema min li çîroka pêşî guhdarî kir, min bawer nekir.

Hevalek ji artêşa Amerîka têkildarî rewşa jinan li Sûrî agahî dan rojnamevan Gayle Lemmon. Wê hevalê digot, jin pêşengiya yekîneyên şer dikin. Tevî ku ji her alî ve hatine dorpêçkirn, lê ew ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi wêrekî şer dikin. Wan niha wareke demokratîk ava kiriye.

Piştî van gotinan, min biryar da ku biçim Bakur û Rojhilatê Sûrî. Di navbera salên 2017 û 2020 min 7 caran serdana herêmê kir.

Vê heftê pirtûka Gayle Lemmon a binavê “Keçên Kobanê” hat weşandin. Di nava tirseke mezin de, çîrokên pir bedew tê de hene.

Di pirtûkê de behsa hevpeyvîna li gel Newroz tê kirin. Ew fermandara YPJ’ê ye.

Gayle dipirse, gelo Newroz bi jiyaneke cûda difikire an na? Yanî li şûna perwerdekirina bi sedan şervanên jin, gelo difikire ku bi malbata xwe re mijûl bibe?

Û bersiva Newroz:

Her min çi kiribe, ji bo zarokên nifşên nû bû. Ji bo bibin xwedî cîhaneke cûda û jiyana azad me şer kir.

Gayle Lemmon di beşek pirtûka xwe weha behsa pêvajoya derketina DAIŞ’ê dike:

Terorîstên DAIŞ’ê rêbazeke nû a gefxwarinê bikaranîn. Bi êşkence û destdirêjya li jinan ev ev yek kirin. Amerîka ne amade bû pêşî li DAIŞ’ê bigre. Lê hêza wan jinên pîr û pak dest bi şer kir. Bi rastî jî wan ji bo parastina civak û çanda xwe şer kirin. Wan xeyala rayedarên Amerîkî bicih anî.

Hin jin di temenekî ciwan de beşdarî şer bûn. Di destê wan çekên kêm hebûn. Li qadên şer darbên giran li DAIŞ’ê dan.

Şervanên YPJ’ê baş dizanîbûn ku aştiya leşkerî navgîna pêkanîna armancê wan ye.

11 hezar şevanên Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Û îro di encamê de rola pêşeng a jinan diyar e.

Van jinan ji bo mirovahiyê şerê hovîtiyê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv