NEHÊLIN PDK DIJMINAHIYA KURDAN BIKE !
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
Gelê Kurd tev û raya giştî, li polîtîka û gavên PDK’ê ecêbmayî temaşe dikin. Êrişî gerîla dike, li Şêngalê îstîxbaratê dide û pêşengên Êzîdiyan bi vî rengî tên qetilkirin. Evana tev, hêrsa gelê Kurd radikin. Piştî êrişan, gotinên jinên Êzîdî ji PDK’ê re, her Kurdê/î dide fikirandin. Têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, êrişa wê ya li dijî gerîla; hedefnîşandana wê ya Şingalê, ji êrişên dewleta Tirk re Kurdan dêşîne, bi hêrs dike. Gelê Kurd dibêje, ewqas jî nabe. Li gorî tê gotin têkiliyên di navbera îstîxbarata Tirkiyê û ya PDK’ê de ji têkiliyên hemreng ên hemû dewletan zêdetir kûr in. Dişibînin têkiliya CIA-MOSAD’ê. Ev rastî jî nîşan dide, têkiliya PDK û Tirkiyê ji Kurdan re çend tehlûke ye.
Demên dawî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelek herêmên Kurdistanê û êrişên PDK’ê hemwext pêk tên. Ev jî wekî gavên PDK’ê yên rizgarkirina dewleta Tirk tên nirxandin. Herku dewleta Tirk li hemberî gerîla tengav dibe, êrişan zêdetir dike. Maneya êrişa PDK´ê ya bi ser gerîla de heye: di şerê PKK’ê yê li dijî dewleta Tirk de PDK li gel dewleta Tirk cih digire. PDK niha li hemberî PKK’ê û gerîla wekî mutefîkê dewleta Tirk e. Şirîkekî AKP’ê MHP ye, şirîkê din jî di vê rewşê de dibe PDK. Daxuyaniya HPG’ê ya derbarê şehîdbûna 7 gerîlayan di xefka PDK’ê de rastiyê eşkere radixe ber çavan. HPG dibêje; PDK şer ferz dike, lê ji bo em nekevin nava vî şerî, em her cure fedakariyê dikin; lê PDK’ê yekalî ev şer daye destpêkirin. Bi vî rengî HPG´ê bang li wijdanê gelê Kurd û edaleta gel dike.
Fermandar û şervanên HGP’ê bi vê helwêstê hestên herî binirx yên welatparêziyê raber dikin. Fermandar û gerîlayên HPG’ê di nava bêderfetî û zoriyan de li dijî dewleta Tirk a dagirker canbexşane li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê dewleta Tirk xistine nava tengavekê. Di vê rewşê de dorpêça PDK´ê ya li ser herêmên gerîla û êrişên pêk tîne, ji aliyê ti Kurdê/î ve nayên qebûlkirin. Ti êrişa dewleta Tirk gerîla nade zorê, lê ev êriş û helwêsta PDK’ê zorê didin hestên gerîla yên welatparêziyê.
Gelê Kurd hemû, jin, ciwan, rewşenbîr, nivîskar û hunermend, raya giştî ya Kurd û bêguman hêzên siyasî yên Kurdan divê ji vê helwêsta PDK’ê ya zirar û ziyanê dide gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li 4 beşên Kurdistanê re bêjin, bes e! Ev helwêst ji bo parastina hebûna gelê Kurd û siberoja wî pirr muhim e.