Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Artêşa Tirk li dijî gerîla têk diçe sivîla dike hedef

 

BERXWEDANA GERÎLA YA DÎROKÎ
DEWLETA DAGIRKER DI ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ DE HER CÛRE ÇEKÊ BI KAR TÎNE

Dewleta Tirk di sala 2017’an li herêma Xakurkê, Hezîrana 2020’î de jî li herêma Heftanînê dest bi êrişek ji bo dagirkirinê kir.

Li herêma Xakurkê li dijî êrişên dagirkeriyê ev 3 sal in şer dewam dike.

Li dijî van êrişên qirker, bi navê ‘Cenga Heftranînê’ berxwedaneke dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê heye.

Artêşa dewleta faşîst a ku nikare berxwedana gerîla bişkîne, hewil da di 10’ê Sibata sala 2021’an li qada Garê darbeyê li gerîla bixe.

Ev êriş ji aliyê gerîlayan ve vala hat derxistin û artêşa dagirker di 14’ê Sibatê de bêyî ku encam bigre paşvekişiya.

Dewlata tirk a faşîst ku nikare berxwedana gerîla bişkîne vê carê bi piştgiriya PDK’ê di şeva 23’ê Nîsanê li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest bi êrişê kir.

Gerîlayên Kurdistanê jî, li dijî van êrişan bi navê ‘Cenga Xabûrê’ û ‘Bazên Zagrosê’ pêngavên berxwedan û tolhildanê ragihandin.

Artêşa dagirker ji 23’ê Nîsanê vir ve, bi hemû cûreyan êriş dike.

Di van êrişên pir alî de, li dijî gerîla ji çekên qedexekirî bigre heya gaza kimyewî tên bikaranîn.

Dewleta Tirk li gel piştevanî û îstixbarata ku ji PDK’ê digre jî li himberî gerîla nikare serkeftinê bi dest bixe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li herêmê diqewime bi rêk û pêk agahiyan bi raya giştî re parve dike.

Li gor van daneyan Gerîlayan di nava vê demê de 458 carî çalakî kirin.

Di va çalakiyan de herî kêm 579 leşkerên Tirk hatin kuştin, bi sedan leşker jî birîndar bûn.

Li dijî çeperên şer û tunelên berxwedanê yên gerîla artêşa dagirker 132 caran çekên kîmyewî û bi jehr hatin bikaranîn.

Dewleta Tirk di çarçoveya êrişên dagirkeriyê de gund û zozanên herêmê jî dide ber topan.

Êrişî sivîlan dike, agir berdide qadên daristanî û çandiniyê.

DEWLETA TIRK SIVÎLA DIKE HEDEF
ARTÊŞA LI DIJÎ GERÎLA TÊK DIÇE SIVÎLA HEDEF DIGRE

Dewleta dagirker ya ku nikare li dijî gerîla liberxwe bide êrişî Rojavayê Kurdistanê dike.

Di vê demê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê jî li dijî sivîlan gelek êriş pêk hatin.

Di encama van êrişên qirker de bi dehan sivîl hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Ji herêmên dagirkirî, kuştin, revandin, talan û qirkirinê sivîla zêde bû.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirova a Efrîn-Sûriyê; di meha Tebaxê de li Efrînê 15 jê jin 196 kes hatin revandin.

Aqûbeta 35 malbatên ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatine revandin nayê zanîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv