Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: JÎTEM’a nûjen AKP-MHP

 

JÎTEM’A NÛJEN AKP-MHP
MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT

Dewleta tirk di salên 1990’î de bi destê JÎTEM, cerdevan û hîzbîkontrayê bi hezaran ciwanên kurd revandin û di jêrzemînên nezaretxaneyên leşkerî û polîsan de bi îşkenceyên dijwar ew qetil kirin. Hinek jê cenazeyên wan li tenişta rê û rûbaran hatin dîtin. Hinek jê di gorên komî û newalan de hatin dîtin. Gelek ji wan jî hêj cenazeyên wan nehatine dîtin.

Piştî hikûmeta AKP’ê hat îktîdarê, ji bo hêza kurdan bide pişt xwe, xwe bi kurdan da şêrînkirin û polîtîkayên JÎTEM, cerdevan û Hîzbûllahê rexne kirin. Wezîrê çandiniyê yê berê û parlamenterê AKP’yî yê Amedê Mehdî Eker ji bo kurdan bi xwe ve girê bide berdevkiya AKP’ê dikir û digot: “Şikir bikin wê demê zarokên we dihatin revandin û windakirin. We cenazeyên wan nedît. Lê niha zarokên we girtî ne. Sax in û hûn dikarin biçin serdana wan.” Bi vê yekê kuştin nîşanî kurdan dida û dixwest ku kurdan ji girtinê razî bikin. Girtina mirovan wekî tiştekî asayî bibînin. Lê tenê armanca AKP’ê ne ew bû. Ji wê demê heta niha dixwest hêza siyaseta ciwan tevan biavêje zindanê û qada vala ji xwe re bihêle.

Li aliyekî ciwanan digirin û cenaze ji girtîgehan derdikevin, li aliyê din zarokan, kal û pîran bi panzêran qetil dikin. Dema cenazeyên girtiyên siyasî îro ji zindanan derdikevin û zarok di bin panzêran de tên qetilkirin ev politikaya AKP’ê ya 19 sal berê îro baştir tê famkirin.

Di 8 mehên sala 2021’ê de 5 cenazeyên girtiyên nexweş ji girtîgehan derketin. Hinek girtî zêdeyî 25 salan girtî man. Gelekan ji wan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji wan jî piştî hatin berdan çend roj şûnde li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 28 salan girtî ma. Kal bûbû. Lê dîsa heta nefesa dawî girtî hiştin. Piştî can û ruhê wî stendin ew serbest berdan.

Kurdan bi ciwanî digirin diavêjin binê zindanan. Wan di binê zindanên tarî de tecrîd dikin. Li zindanan nexweş dixin û li girtîgehê dikujin. An jî tînin sînorê mirinê û serbest berdidin

Zarokên kurdan jî bi panzêran qetil dikin. Di 13 salên dawî yên serdema AKP’ê de polîs û leşkeran herî kêm 26 jê zarok 50 kurd di bin panzêran de pelçiqandin û kuştin.

Rast e di serdema AKP’ê de mirov di bin çavan de nayên windakirin û di gorên komî de nayên dîtin. Lê vê carê aşkera wan binçav dikin, digirin û li zindanan qetil dikin. Zarokan li kolanê di nava rojê de bi panzêr û maşîneyên zirxî de qetil dikin. JÎTEM’ê jî qetil dikir, AKP/MHP jî qetil dike. JÎTEM’ê winda dikir û bi îşkenceyê qetil dikir lê AKP/MHP bi îşkenceya derûnî û îşkenceya nûjen a demdirêj hêdî hêdî qetil dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv