Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: ‘Li ber kirinên PDK’ê rabin’

 

LI BER KIRINÊN PDK’Ê RABIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Ev çend hefte ne, bi hezaran Rojavayî, nexasim dayîk û jin li ber deriyê ‘sînor’ ê Sêmalkayê PDK’ê protesto dikin. Dixwazin cenazeyên wan gerîlayên şehîd yên PDK di êrişekê de ew qetil kirin, radestî wan bên kirin. Lê PDK ne cenazeyên şehîdan dide, ne jî derbarê aqûbeta 6 gerîlayan de ti daxuyaniyê dide. Gerîlayekî ciwan ê ji êrişa li Xelîfanê bi saxî rizgar bû, dibêje 5 gerîlla şehîd bûne, gerîlayek jî dibe ku dîl bûbû. Gerîlayê ciwan dîtiye ku hevalekî wî şer kiriye û xwestiye ji qada êriş lê pêk tê, derkeve. Ew gerîla dîl ketiye, yan şehîd bûye, ev nayê zanîn. Bi hezaran Rojavayî li deriyê Sêmalkayê dixwazin aqûbeta gerîlayan bizanin; dixwazin cenazeyên şehîdên xwe bigirin. Lê PDK jî her wekî dewleta Tirk eziyetê li malbatan dike.

Van salên dawiyê, PDK jî li dijî muxalifan, rojnemvanan, jinan, girtî û binçavkiriyan nêzîkatiyeke dişibe ya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan nîşan dide. Li hemberî gerîlayan û malbatên wan jî kirinên Tirkiyê çi bin, wan dike. Destûr nayê dayîn kadro, sempatîzan û alîgirên PKK’ê yên li girtîgehên PDK’ê bi malbatên xwe re hevdîtinan bikin. Li dijî zîndaniyan her cûre zextê dike. Eynî wekî dewleta Tirk bi zextê sîxûriyê ferz dike. Ji ber ku bi tenê difikire ku PKK’yî ne, gelekan ji wan bi salan di hepsan de radigire. Van hemûyan jî ji bo Tirkiyeyê razî bike, dike. Derbarê kadro û sempatîzanên PKK’ê de agahiyan hemûyan dide Tirkiyeyê. Pêkanînên ku hêzeke siyasî ya Kurd li dijî yeke din neke, PDK li dijî kadro, sempatîzan û alîgirên PKK’ê dike. Van salên dawiyê, gelek Kurd ji ber zextên li Tirkiyeyê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê, lewma difikirin li wir rêveberiyekî Kurd heye. Dema ev siyasetvan diçin Başûrê Kurdistanê, vê carê jî PDK zextan li wan dike. Li dijî
Kurdên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li hemberî zextan li ber xwe didin, teslîm nabin, ji bo nekevin zîndanan berê xwe didin Başûrê
Kurdistanê, vê carê jî PDK zextê dike.

Her wekî dewleta Tirk sîxûriyê li ser siyasetvanên Kurd ferz dike. Heta ji bo zexta sîxûriyê ya dewleta Tirk derfetê dide. Niha rêxistina sîxûriya Tirk MÎT, li Başûrê Kurdistanê telefonî gelek siyasetvanên Kurd dike û teklîfa sîxûriyê li wan dike. MÎT vê jî bi desteka rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê Parastinê dike. Başûrê Kurdistanê êdî ji siyasetvanên Kurd re ne cihekî ewle ye. Ji ber ku MÎT bi desteka Parastinê li ser siyasetvanên ji Bakurê Kurdistanê, şerekî qirêj û taybet bi rê ve dibe. Dewleta Tirk bi mehan, heta salan cenazeyên gerîlayan nade malbatan. Li dijî malbatan şerekî taybet bi rê ve dibe. Wisa dike ku malbat xwedî li zarokên xwe dernekevin. PDK jî niha vê dike. Malbat ev çend hefte ne li deriyê sînor yê Rojava-Başûr li benda wergirtina cenazeyên gerîlayên şehîd in. Lê PDK cenazeyan nade. Esas dijminahiya dewleta Tirk li dijî Kurdan dike, li vir jî PDK dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv