DEUTSCHE WELLE
SIYASETVANÊN ALMAN: TIRKIYE SERHIŞKIYÊ BIKE EWÊ JI KONSEYA EWRÛPÎ WERE AVÊTIN
Deutsche Welleyê jî rewşa dawî ya krîza sefîrên welatên rojava bi dewlet tirk re bi vê manşetê belav kir:
Siyasetvanên alman Tirkiye hişyar kirin.
Siyasetvanên alman ên çareserbûna krîza sefîran bi kêfxweşî pêşwazî kirin, dewleta tirk careke din di mijara biryarên Dadgeha Mafên mirovan a ewrûpî de hişyar kirin.
Parlementerê Partiya Sosyal Demokrat a alman Schmîd got: Eger tirkiye li gorî biryaran tevnegere, Tirkiye bivênevê wê ji Konseya Ewrûpayê were avêtin.
Pisporê siyaseta derve ya SPDê Nils Scmid Alman li ser mijarê ji radyoya RBBê re wiha axivî:
Me xebatên zehmet ên dîplomatîk meşandin, lê belê di encamê de Erdogan paş de gav avêt.
Shmid biryara DMMEyê ya dibêje divê Osman Kavala derhal were berdan bibîr xist û got: “Eger Tirkiye bi israr van biryaran red bike, ji bilî deranîna wê ya ji Konseya Ewrûpayê ti rê li ber me namîne.
Shmid tengezariya piştî daxuyaniya sefîran a der barê Osman Kavala de jî wiha şîrove kir:
Erdogan bi afirandina tengezariyên di siyaseta derve de, hewl dide bala raya giştî ya Tirkiyê ji pirsgirêkên hundir bide aliyê din.