Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Rojava li dijî êrişên dewleta Tirk bi hêrs in

 

XELKÊ ROJAVA LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK BI HÊRS IN
LI SERANSERÎ HERÊMÊN XWESER BI HEZARAN KES DAKETIN QADAN

Li seranserî Rojava û herêmên Bakur-Rojhilatê Sûrî gel li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser Kobanê bi hêrs e.

Xelkê kelha berxwedanê Kobanê bi meşek girseyî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Girseya Ger ji Qada Jina Azad bombun û ber bi Qada Şehîd Egîd meşiyan..

Çalakgeran êrîşên dewleeta tirk bi tundî şermezarkirin.

Piştî meşê endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axîvî.

Li bajarê Amûdê jî xwepêşandaneke girseyî hebû.

Girseya li qada jinê kom bûm, li dijî bêdengiya cîhanê a li hemberî komujiyên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da..

Li Dêrikê jî xwepêşandan hebû.

Girseya daket meydanan, peyam da ku yekane hêza wan a parastinê YPJ û YPG’e û QSD’ê ye.

Û ew ê hemberî hemû êriş û planên qirêj yên dewleta tirk berxwedana xwe bidomînin.

Li Tirbespiyê û Til Temirê jî bi sedan kes ji ber êriş û gefên dagirkeriya Tirk daketin qadan.

Çalakgeran diyar kir ku, dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê li hemberî Kurdan sûcên dijî mirovahiyê dike.

Bi sedan şêniyên herêma Reqayê jî daketin qadan û êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hêzn navneteweyî li hemberî wan êrişan şermezar kirin.

Di axaftinan de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye qada hewahî li barefirên dewleta tirk qedexe bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv