Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: ‘Ne welatiyên Iraqî û ne jî Başûrê Kurdistanê rehet dibin!’

 

WEYSÎ TALLÎ / WELAT
NE WELATIYÊN IRAQÎ Û NE JÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ REHET DIBIN !

Ji ber sîstema desthilat a li Iraq û başûrê Kurdistanê ne iraqî karî rehet û aram bijîn, ne jî welatiyên li Başûr.

Di nava meha cotmehê de bi lîstikekê hilbijartinek di bin navê sozên derengmayî de hate kirin. Qaşo armanca vê hilbijartinê wê gel bi azad û aram dengê xwe bidin û nûnerên xwe hilbijêrin. Lê dema ew roj hat, welatiyan dîtin ku hilbijartin çareserî nîne û tenê lîstikeke bi rengek din hatiye boyaxkirin pêk bê, berê xwe neda hilbijartinê.

Encama derket, encameke rûyê rejîmên heyî raxist ber çavan. Ji her alî ve têkçûneke rejîmî ya netew-dewletê heye, derket holê.

Desthilatên heyî vê helwesta gel weke serketin ji bo xwe pênase kirin û bi kursiyên dest xistin serketina xwe pîroz kirin.

Li aliyê din, nale nala gel e, ji ber nebûna kar, av, gaz, benzîn û tûpa xwarinê.

Di van rojan de bihayê tûpê heta 25 hezar dînarê iraqî bûye. Rêza wesayîtên li ber navendên benzînê tê bêjî qey xêliya dawetiyan dûr û dirêj e.

Xwepêşandanên li paytexta Iraqê ji nû ve geş û gur dibin. Li başûrê Kurdistanê jî cih bi cih navendên cuda, ji ber nebûna xizmetgûzariyê, gel dadikeve qadan û daxwaza xizmetê dike.

Lê mixabin ne hikûmeta berê û ne jî hikûmeta nû dixwaze were avakirin, ha ji gel tune. Li aliyekê Mûqteda Sadir-Nûrî Malikî û aliyên din çavên xwe li gel dizivirîne û ne jî rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê guh dide gel.

Ji bo ev rewş were guhertin, divê gel li benda hilbijartin û dest jikarberdana van kes û desthilatê nemîne. Ji bo gel şert û merc tim destdayî ye. Ne dikare xwe li benda hilbijartinê bigire û ne jî bi wijdana desthilatê. Ji bo wê ye, biryar û ferman a gel e. Gel rabe, zend û bendan hilde, ne desthilat û ne jî tu kes dikare xwe li ber gurzê gel bigire û ne jî dikare li ber serî hilde. Niha gel û desthilatê hêz guherandine. Gel desthilatê radike, desthilat zextê li gel dike. Ma tiştek wiha dibe? Divê gel biryarê bide, berovajî şexst û desthilat dide?

Di roja îro de êdî her tişt li ber çavan e, ji bo wê divê helwestên gel ên li ber rewşên wiha jî ji ya heyî zêdetir be. Xwediyê ax û niştiman gel e. Li ser vê axê heqê gel heye bijî. Xwîn daye, berdêl daye. Divê heqê xwe ji hizbên li ser desthilatê ne re nehêlin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv