Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Gelê Kurdistanê asteng nekin

 

GELÊ KURDISTANÊ ASTENG NEKIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê dewam dikin. Dema hêzên dagirker tengav dibin, gazên jehrî û çekên kîmyewî bi kar tînin. Li herêmên şer, gundî vê rastiyê dibînin, ji rojnamevan û nûçegihanan re dibêjin. Hin Emerîkiyan jî tespît kiriye ku artêşa Tirk gazên jehrî û çekên kîmyewî bi kar anîne. Jixwe, hin rojnameyên Ingilistan û Elmanyayê jî nivîsîn ku dewleta Tirk gazên jehrî bi kar anîne.

Baş e, partiyên siyasî û ragihandina Başûr vê mijarê çi qasî dibînin? Êrişeke qirkirinê ya wekî Helebceyê bi ser Başûrê Kurdistanê de hatiye. Lewma gelo ne pêwîst e hem siyasetvan hem jî ragihandina Başûr derbarê mijarê de hestiyar bin û nerazîbûnê nîşanî bikaranîna gazên jehrî û çekên kîmyewî bidin?

PDK û ragihandina wê di her firsendê de ji bo gerîlayan îfadeyên nebaş bi kar tîne. Lê belê, li hemberî tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk, bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kuştina ciwanên Kurd, şewitandin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bêdeng e. PDK û yên bêdeng dê çawa hesabê vê bidin gel û dîrokê? Mirov şaş dimîne, fêmkirina vê bi rastî zor e. Wekî Kurdekê, ez jî ji vê rewşê nerazî me, ji wê wêdetir mirovî dêşîne ev bêdengî. Dinya hemû dibîne ka dewleta Tirk çiqas û çawa qirêj û gemar e.

Herkes dizane ji bo ser karên xwe yên qirêj û zextan bigire, polîtîkayên şer û dagirkirinê dimeşîne. Desthilata AKP-MHP´ê bi dijminatiya Kurdan û polîtîkayên qirkirinê derfetên Tirkiyê hemû xistine destên xwe. Dinya tev vê rastiyê dibîne, lê PDK û siyasetvanên Başûrê Kurdistanê nikarin bibînin. Heta, PDK bi vê jî namîne, PKK’ê û gerîlayên têkoşîna azadiyê sûcdar dike. Hin ji rêveberên PDK’ê jî dibêjin, dewleta Tirk ne li dijî Kurdan e, li dijî PKK’ê ye. Bi vê gotinê ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd jî dinixumînin. Tenê bi vê jî namînin, nahêlin saziyên sivîl û hêzên siyasî li dijî dagirkeriyê nerazîbûnê nîşan bidin. Wateya vê jî destekdayîna dagirkirinê û sûcdariya li dijî gelê Kurd e.

Em bêjin, me fêm kir, ji ber peywendî û berjewendiyan hûn ditirsin. Lê çima hûn nerazîbûna gel asteng dikin. Qet nebe, li hemberî nerazîbûna gel a li dijî dagirkeriya Tirk nebin asteng. Di vê rewşê de ya bê kirin ew e ku gelê Kurd, raya giştî ya Kurd polîtîkaya PDK´ê û partiyên din ya ku nerazîbûnên gel asteng dike, nepejirîne û li ber rabe. Partiyên siyasî hemû, rewşenbîr, hunermend û saziyên demokratîk hemû divê van astengên hikûmeta Başûrê Kurdistanê û rêveberiyê nas nekin û wan bipelixînin, li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwêsta xwe diyar bikin. Ev wezîfe û erkeke sereke ya welatparêziyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv