Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Kurdên mankurt û Kurdên azad

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
KURDÊN MANKURT Û KURDÊN AZAD

Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de bi êrişên nû cardina hîn bêtir kûrtir bû. Îsraîl û Hamas roketan li hev dibarînin, di navberê de, ji herdu aliyan welatiyên sivîl canê xwe didin. Di encama barandina van rokêtan de carnan jî hin duman ji heremê bilind dibû.

Ev dumana ku bilind dibû mirovahiyê dixe nav liv û tevgerê. Gelek kes li dijî vî şerî bertek nîşan dan. Di nav van çalakvanan de hin kurdên ‘mankurt’ jî hebûn. Ew jî daketin qadan û ev şer û duman protesto kirin.

Wan ew dumana ku ji Filîstînê bilind dibû nedîtibûn. Derew dikirin. Ji bo ku di navbera Filîstin û wan de, dumana ku jî taxa Sûr û ji jêrzemînên Cizîrê bilind dibûn hebû. Derewkar û mankurt bûn.

Ew êş û dumana di navbera Filîstin û wan de bilind dibû, duman û alavên balefirên dewleta Tirk yên bombebarankirina Efrîn û Serêkaniyê bû.

Qêrînên ku bilind dibûn, ji Gazze nebû, qêrînên ji Serêkaniyê yên zarokên bi çekên kîmyevî dihatin şewitandin bû. Sextekar û Mankurt bûn.

Wan qêrînên ku ji Filîstîn bilind dibun nedîtibûn. Di navbera wan û Gazze de, Qêrînên dayikên şehîdan yên li ser goristanên zarokên xwe, yên ku ji aliyê dijminan ve hatî bomberduman kirin, bilind dibûn. Bêwîjdan û Mankurt bûn.

Ew dengê balafirên şer ji Filîstînê nedihat. Dengê balafirên şer ên dewleta Tirk bûn û Heremên Parastina yên Medya bombebaran dikirin. Kerr û Mankurt bûn.

Di dem û pêvajoya ku dagirkeran bi hemû hêza xwe êrişa dawî ya tunekirina Kurdistan dabûn destpêkirin de, nedîtina alevên ji erdnîgariya Kurdistan bilind dibûn, sextekariyek bû.

Di demek ku gerîllayên Kurdistan ji bo parastina wê axê canê xwe feda dikir û şehîd diket de, rondikên çavan yên ji bo Filîstîn dihatin xwar, sexte û ew jî mankurt bûn.

Xwediyên wan li hember netewa wan ew kor kiribûn. Ji bilî xwe ji herkesî re digiriyan. Lê tu carî venegeriyan û ji bo welatê xwe û xwe negiriyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv