Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Silêmanî – Berhevkirina sabûnan

 

SILÊMANÎ-BERHEVKIRINA SABÛNAN
EV JÎ HOBIYA MAM YÛNIS XEFÛR Ê 78 SALÎ YE

Di jiyana mirovan de ji bo kar û kariyerên fermî, her kes xwedî hobiyên cûda ne.

Hin ji wan, pûlên nameyan, hin berhemên dîrokî yan jî arşîvên mûzîkan berhev dikin.

Bi vê yekê armanca dikin ku kevneşopiyan biparêzin.

Li bajarê Silêmaniyê ku weke paytexta rewşenbîriyê ya Başûrê Kurdistanê tê naskirin, mirov dikare heskirina mirovan a ji bo berhemên dîrokî bibîne.

Lewma tevî guhertinên salên dawî jî hê li vî bajarê kevnar gelek avahî, qehwexane û navendên dîrokê xwe parastine..

Li Silêmaniyê yek ji wan kesan ku xwediyê hobiyeke balkêş e mam Yûnis Xefûr ê 78 salî ye.

Lê hobiya Mam Yûnis naşibe a kesên din li cîhanê..

Ji berhemên dîrokî zêdetir, hezkirina wî ya taybet ji bo sabûnan heye.

Û ji ber vê yekê bi dehê salan e sabûnên cûr bi cûr li mala xwe kom kirine.

Ji şiklên dil bigrin, heta gelek cûreyên sewalan, wî li mala xwe koleksyoneke taybet a sabûnên kevnar çêkiriye.

Heta eger îro mirov navê piraniya wan sabûnan ji nifşên heyî û bipirse, wê piraniyan wan bêjin, haya man ji wan tine ye.

Bi gotinên mam Yûnis, hin ji van sabûnan xwedî dîroka 100 salî ne.

Mam Yûnis tîne ziman ku ew her di karê berhevkirina sabûnan de berdewame.

Vê gavê li nava koleksyona Mam Yûnis Xefûr, derdora 811 cûreyên sabûnan hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv