Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Garê balansa wan xera kir 02.03.2021

 

GARÊ BALANSA WAN XERA KIR
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Artêşa Tirk li Garê bi bin ket. Piştî têkçûna Garê der barê encaman de gelek nirxandin û şîrove çêbûn. Herî zêde jî mijar di nava Tirkiyê de tê nîqaşkirin. Bêguman di nava civaka Kurd de jî serkeftina gerîla ya li Garê mezin deng veda. Xuya ye ku Emerîka û Ewrûpa jî binketina dewleta Tirk dinirxînin. Polîtîkaya dewleta Tirk teşhîr dibe, desthilata AKP-MHP kete rewşek hîn lawaztir. Wekî fermandariya biryargeha HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşankirî, Garê bû destpêka dawiya vê desthilatê. Vê têkçûnê ewqas bandor kir ku, muxalefet dibêje bila hesabê binketinê bê dayîn, desthilat jî temamî ketiye rewşa parastinê. Erdogan, Bahçelî û Suleyman Soylu ketine pêşbirka parastina hevdû. Ev rewşa ruhî û derûnî delîl û nîşaneye ka qedera wan çiqas yek e. Her kes wan wekî berpirs dibîne, ew vê yekê wekî dijminahiya li dewletê û xayîntiyê pênase dikin. Binasê wan e, ew sucdar in lewma qîr û hawara wan e.

Gelek şîrovekar dibêjin, tirsa Erdogan ya ji ber binkeftina tevgera dagirkirinê ya li ser Garê, ji tirsa dema pere di qutiyên pêlavan de veşartî hîn mezintir e. Cara yekê ye ku rojev bi temamî bûye lêpirsîna Tayyip Erdogan û desthilata AKP’ê. Heta niha di navbera desthilata AKP û muxalefetê de zimantûjî hebû. Lê cara yekê ye ku di navbera desthilat û muxalefetê de beramberiyek ciddî çêbûye. Yan jî muxalefetê dît ku desthilata AKP-MHP bi vê binkeftinê lawaz bûye, lewma şantajên desthilatê ciddî negirtiye.

Gotûbêj ew e, ne tenê di hundirê Tirkiyê de, li derve jî hevsengî û balansa vê desthilatê xirab bûye. Tê gotin di encama vê binkeftinê de gelên Tirkiyê wê bikarin ji vê desthilatê rizgar bibin. Ev demeke raya giştî ya hundir wisa difikirî, êdî raya giştî ya derve jî wiha difikire. Nîşana vê ya eşkere ew bû, hem Emerîkayê hem jî gelek welatên Ewrupayê eleqe nîşanî daxuyaniya AKP’ê ya rastiyên li Garê berevajî dike nedan û jê bawer nekirin. Têkçûn û binketina li Garê hem di nava Tirkiyê de, hem li derve lingê desthilata AKP’ê şemitandiye. Desthilata AKP-MHP ya ketî vê rewşê, wê şaştiyên nû bike, dawiya xwe nêzîktir bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv