ŞANDEYEK JI EWRÛPA ÇÛ ROJAVA
DI SERDANÊ DE REWŞA HERÊMÊ HAT NÎQAŞKIRIN
Şande ji endamên parlamentoya Fransayê Hubert Lafferre û Frederick Dumas, endama parlamentoya Fransayê li Parlamentoya Ewropayê Sylvie Glium û Munir Satori pêk tê.
Di saetên nîvro de şande di deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.
Şande ji aliyê rayedarên Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate pêşwazîkirin.
Di serdanê de rewşa mirovî, ambargoya li ser herêmê, girtina deriyê sînor ê Til Koçer û bandora wê ya neyinî hatin nîqaşkirin.
Aliyan li ser rewşa kampa malbatên çeteyên û xeteriyan wan û dosya darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî axivîn.
Piştî nîqaşan, şande ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê veqetiya.