Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pîr Heyder Êzidxanî: Astengkirina vegera koçberan planeke ji bo dûrxistina Êzidiyan e 02.03.2021

 

PÎR HEYDER ÊZIDXANÎ / ENDAMÊ NIVÎSGEHA SIYASÎ YA PADÊ
ASTENGKIRINA VEGERA KOÇBERAN PLANEKE JI BO DÛRXISTINA ÊZIDIYAN E

Li ser qirkirina etnîkî ku çeteyên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de li dijî êzidiyan pêk anîn, 7 sal derbas bûn. Di encamê de zêdetirî 6 hezar û 400 êzidî hatin revandin û tenê nîvê wan rizgar bûn. Çarenûsa kesên revandî heta niha ne diyar e. Tevî ku xîlafeta DAIŞ’ê têk çû jî û ji ber êrişên wê yên hov nêzî 100 hezar êzidî koçberî herêma Kurdistanê û derveyî welêt bûn. Piştî rizgarkirina herêmê, hikûmeta herêma di bin serweriya PDK’ê de bi hemû rêbazan vegera koçberên êzidî ji Şengalê re asteng dike.

Hikûmet koçberan li gel xwe dihêle û wan neçar dike ku li kampên koçberiyê bimînin. Her wiha heta ku rêveberî û hêzên pêşmergeyan venegerin Şengalê nahêle ku ew vegerin Şengalê û wekî kaxizeke zextê li dijî Bexda û rêxistinên mafê mirovan bi kar tîne da ku ji aliyekî ve armancên xwe pêk bîne û ji aliyekî din ve koçberan keysbaz bike.

Ji aliyekî din ve PDK dibîne ku eger koçberên êzidî vegerin herêmên xwe, wê hejmareke mezin ji koçberên ku li belgeyên wan wekî alîgirên PDK’ê hatine qeydkirin, ji dest bide.

Tiştê xirab ku em dikarin behsê bikin ew e ku tiştê PDK dike dikeve çarçoveya berdewamkirina qirkirina êzidiyan. Heke tu bixwazî gel an pêkhateyekê ji çanda wê tecrîd bike û bihêle ku dîroka xwe ya dirêj ji bîr bike, divê tu wan dûrî xaka wan a dîrokî bixî. Şengal wekî navenda giraniya ola êzdiyatiyê li cîhanê tê nasîn, heke êzidî wê wenda bikin wê beşekî mezin ji çanda xwe û mîrasê xwe yê olî jî wenda bikin.

Bi vê rengî, rojane li kampên koçberan kon tên şewitandin û ji ber wê yekê koçber jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî di meha Sibatê de li kampa Bîrsêvê ya li Zaxo şewat derket û gelek kon hatin şewitandin. Di encamê de malbatek ji 4 endaman (bav û sê zarokên xwe) bûn qurbanî. Her wiha li kampan ji ber xirabbûna rewşa derûnî û tenduristî ya koçberan, bi dehan bûyerên xwekuştinê rû didin.

Koçberên li kampên li Dihokê û parêzgeha Zaxoyê jî di nava mercên trajedîk de dijîn. Li wan kampan xizmetên sereke yên jiyanê tine ne. Lê çapemeniya PDK’ê propagandeyê dike û bi awayekî sîstematîk têkildarî rewşa ewlehiyê li Şengalê nûçeyên derew belav dike. Bi wê yekê armanc dikin ku tirsê di nava koçberan de belav bikin da ku li kampan bimînin û wan di rewşên wekî hilbijartinan de bi kar bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv