Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê 27 roj in li ber xwe didin 23.12.2020

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GIRTIYÊN AZADIYÊ: HETA AZADIYA RÊBER APO EM Ê LI BER XWE BIDIN

Li zindanên dewleta Tirk gireva birçîbûnê ji 27’ê Mijdarê ve bi awayeke dorvegerî dewam dike.

Çalakiya girtiyan 27 roj li pey xwe hiştin û niha koma 6’an çalakiyê bi rê ve dibe.

Girtiyên jin li zindanan pêşengiyê ji çalakiyê re dikin.

Hevşaredara berê ya Dersimê Edîbe Şahîn û hevseroka HDP’ê ya Gebzeyê li zindana Kandirayê di koma 6’an de cih digirin.

Girtiyên jin ji zindanê peyam şandin û ji civakê piştgirî xwestin.

GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê 27 ROJIN LI BER XWE DIDIN
RÊXISTINA HDP’A AMEDÊ BI DAXUYANIYEKÊ BANGA XWEDÎDERKETINA LI GIRTIYAN KIR

Rêxistina HDP’a Amedê û sazî û rêxistinên civakî ji bo balê bikşînin ser berxwedana girtiyan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li parka Koşuyoluyê li ber abîdeya mafê mirovan hat dayîn û gelek kes beşdar bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê cîgirî hevserokên HDP’a Amedê Îrfan Soner xwend.

Îrfan Soner bang li her kesî kir ku ji dengê girtiyên azadiyê re bibin dengek û vê faşîzmê hilweşînin.

Daxuyanî bi sloganan bi dawî bû.

Li Mersînê ji aktivîstên TJA bi armanca piştevaniyê ji çalakgrên greva birçîbûnê yên li zindanan re qert şand.

Ji 18’ê Kanûnê ve li wargeha şehid Rûstem Cûdî Mexmûrê jî bi pêşengiya meclisa Îştar greva birçîbûnê pêk tê.

Jinên ku di berxwdanê de cih digirin Emîne Şaxî û Oznûr Kaya ji Jinewsê re axivîn û ev peyam dan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv