Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Hêviya reformê xwexapandin e, divê têkoşîn were mezin kirin 23.12.2020

 

GIRTINA HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN
KCK: JI BER XWEDÎDERKETINA LI RÊBERTIYÊ EW KIRIN HEDEF

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de girtina parlementer, şaredar, rêveberên HDP’ê û bi hezaran siyasetvanên demokrat hat bibîrxistin û wiha hat gotin:

Avêtina zindanan a ewçendî siyasetvanî an di dema darbeyên faşîst de an jî di bin desthilatdariyên faşîst de pêk tê.

Cara pêşî ye, ku di dîroka Tirkiyê de ewçendî zindan bi siyasetvanan tije kirine.

Ev tenê têrê dike, ku karektera faşîst û qirker a dewleta Tirk rabixe berçavan.

Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin, ku bi girtina Leyla Guven careke din rastiya desthilatdariya li Tirkiyê bi awayekî zelal derketiye holê.

Reforma behsa wê dikirin ha ev girtin bixwe ne.

Reforma wan derxistina qanûn faşîzane.

Dibe ku bi hin tiştên bikin paşê ser vê rastiyê hewl bidin binuxumînin.

Wê 100 kesî bigirin û 5 kesan berdin bi vî rengî wê bêjin “me reform kiriye.”

Ji ber ku di asta vê bêedaletiyê de ji hilweşîna xwe ditirse, serê çendekî behsa reforman dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku desthilatdariya AKP’ê li hemberî her kesî xwedî şerekî taybet e.

Ji ber ku Leyla Guven xwedî rihekî azad û israra di siyaseta demokratîk de bû hat girtin.

Wisa xuya dike, ji ber ku Leyla Guven sala 2018’an çalakiya greva birçîbûnê bi biryardarî domand, dixwazin ceza bikin.

Ev girtineke ji bo tolhildanê ye.

Ji ber dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd re û têkoşîna ji bo azadiya wî, hat girtin.

Ev yek tehdîteke li dijî jinên Kurd hemûyan ên dilsozên Rêbertiyê û tevahiya civakê ye.

Ji Leyla Guven re gotin “heke tu li ber tecrîda li Îmraliyê rabî û xwedî li Rêbertiyê derkevî, emê jî wiha li te bikin.”

GIRTINA HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN
KCK: HÊVIYA REFORMÊ XWEXAPANDINE, DIVÊ TÊKOŞÎN WERE MEZINKIRIN

Di daxuyaniya KCK’ê de ji ber vê yekê bang li jinan hemûyan, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hat kirin, ku xwedî li Leyla Guven derkevin û têkoşînê ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê mezin bikin.

Divê girtina Leyla Guven bibe sebeba mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê.

Li her deverê êdî bi mezinkirina têkoşînê dem dema bi destxistina azadiyê ye.

Bi tena serê xwe rizgarî û çareserî nabe.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê, wê bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê pêk were.

Hêvîkirina reformeke biçûk tenê jî ji vê desthilatdariyê xwexapandine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv