GELÊ ŞENGALÊ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVE
ÇALAKIYA KON VEDANÊ DI ROJA 22’AN DE DEWAM DIKE
Gelê Şengalê dijî peymana Bexda û PDK’ê ev 22 roj in bê navber çalakiya xwe didomînin.
Şêniyên herêmê ji bo balê bikşînin ser peymana ku îradeya wan binpê dike xwedî li hebûna xwe derdikevin.
Çalakî her roj bi biryardariyeke hîn xurttir ve pêş dikeve.
Şêniyên navçe û gundên herêma Şengalê ji bo piştgiriyê serdana konê berxwedanê dikin.
Di roja 22’yan a çalakiyê de Endam û rêvebirên Meclîsê gundên Şengalê serdana çalakiyê kirin.
Li ser navê şandeya jinan Endama Meclîsa Jinan ya Borik Maya Şengal li ser berxwedan û biryardariya gelê Şengalê axifî.
Maya Şengalî diyar kirin ku heya îradeya wan ji aliyê hukûmeta Iraqê ve neyê naskirin wê çalakiya xwe bidomînin.
Endama Meclîsa Jina Maya Şengalî bal kişand ser girîngiya berxwedana gelê Şengalê.