8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
GERÎLAYÊN YJA-STARÊ 8’Ê ADARÊ LI ÇIYAYÊ AZAD PÎROZ KIRIN
Gerîlayên YJA-Star bi rihê berxwedana Heftanîn û serkeftina Garê 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê pîroz kirin.
Bi dehan gerîlayên jin beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Destpêkê li ser wateya rojê fermandara biryargeha navendî ya YJA-Starê Şerda Mazlum Gabar axivî.
Şerda Mazlum Gabar îşaret bi têkoşîna jin kir û got, wê berxedana jinan bi xwe re serketinê bîne.
Gerilayên ku beşadarî pîrozbahiyê bûbûn jî 8’ê Adarê li tevahiya jinên têkoşer pîrozkirin û ev peyam dan.
Pîrozbahiyê bi bernameya çandî ya gerîlyan dewam kir.