ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BI PÊŞENGIYA JINA AZAD WÊ CIVAKEKE AZAD Û JIYANEKE NÛ PÊK WERE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxand.
Dûran Kalkan destpêkê taybetî li ser wate û têkoşîna 8’ê Adarê sekinî û bal kişand ser pîrozbahiyên 8’ê adara 2021’an.
Bi rastî jî şoreşa azadiya jinê bi gurme gurm pêk tê.
Ev êdî rastiyeke cîhanî û mirovî ye.
Ev şoreş tu astengî nasnekir.
Ne taciz û tecawiz, ne komkujî û ne jî Corona û faşîzma zilimkar karibû rê li ber vê şoreşê bigire.
Bi pêşengiya jina azad, êdî civakeke azad û jiyaneke nû ava dibe.
Pîrozbahiyên 8’ê Adara îsal ku pêk hatin jî, vê yekê raxistin ber çavan.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PKK WEKÎ PARTIYA NEWROZÊ BI XWE RE GELÊ NEWROZÊ AFIRAND
Di vê çerçoveyê de Dûran Kalkan, bal kişand ser pîrozbahiyên cejna Newrozê.
PKK tevgereke ku temelê wê di newroza 1978’an de li Bendava Çûbûkê hatiye avêtin.
Ew têkoşîna ku partiya Newrozê pêşxist, bi xwe re gelê Newrozê afirand.
Êdî tu hêz, tu zilim û komkujî nikarê rê li ber vê bigire, berovajî bi hêrseke mezin têkoşînê pêş dixe.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
AGIRÊ SERKEFTINÊ YÊ NEWROZÊ LI LÛTKEYÊN GARÊ HAT PÊXISTIN
Dûran Kalkan bal kişand ser berxwedana Garê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û diyar kir ku agirê serkeftinê yê Newrozê jî li lûrtkeyên Garê hatiye pêxistin.
Taybetiya Garê ewe ku agirê Newrozê, 2 hezar û 633 sal berê li Garê hat birêxistinkirin.
Şervanên ku li Nînova şerê zalim Dehaq kirin li Garê perwerde bûn.
Agirê serkeftinê yê Newrozê li lûtkeyên Garê hat pêxistin.
Dema qesrên zaliman li Nînova hatin hilweşandin, herî zêde ji Garê hat temaşekirin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DÎROK PIŞTÎ 2 HEZAR Û 633 SAL CAREKE DIN LI GARÊ XWE NÛ DIKE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de, hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got;
Pêngava ku bi berxwedana Mazlûm Dogan li zindana Amedê destpêkir, îro bi pêşengiya gerîlayên azadiyê li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê berdewam dike.
Îro dîrok careke din xwe nû dike.
Di şexsê gerîlayên azadiyê de û bi felsefeya Rêber Apo careke din xwe di afirîne.
Piştî 2 hezar û 633 sal wê careke din qesra dehaqê hemdem Erdogan û hevkarên wî bi serê wan Ve were hilweşandin.
Bi rastî jî ew agirê serkeftinê ku li Garê hatiye pêxistin, em ê li Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn belav bikin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
EM LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN TÊKOŞÎNA TOLHILDANÊ DIMEŞÎNIN
Dûran Kalkan diyar kir ku gelê Kurd, ewladên xwe yên herî hêja di vê têkoşînê de daye.
Bi têkoşîna xwe tola wan hildide, tola Helbce, tola Qamişlo, tola Gazî hildide.
Îro jî vê têkoşînê dimeşîne.
Ji ber vê yekê jî em di wê baweriyê de ne, ku bi vê têkoşîna tolhildanê ya li dijî komkujiyan, li ser şopeke rast dimeşin.