Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HDK’ê plansaziya Newroza îsal eşkere kir 13.03.2021

 

HDK’Ê PLANSAZIYA NEWROZA ÎSAL EŞKERE KIR
“EM BI AGIRÊ NEWROZÊ LI BER XWE BIDIN Û BI SERKEVIN”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)bi daxuyaniyek çapemeniyê ve plansaziye pîrozbahiyên Newroza îsal eşkere kir.

Civîna çapemeniyê li Otela Hîll a Taksîmê ya Stenbolê hat li darxistin.

Di civînê de têkildarî pîrozbahiyên Newroza îsal ku wê li 30 bajar û 61 navenda bên kirin, deklerasyonek hat aşkera kirin.

Hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, nûnerên partî û rêxistinên pêkhateyên kongreye û parlamenterên HDP’ê tevlî civînê bûn.

Li salona ku civîn lê hat lidarxistin, pankartên “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi serkevin” û “Wê jin bi serhildana xwe agirê Newrozê geş bikin” hatin daleqandin.

Deklerasyon ji aliyê Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû ve hat xwendin.

Ûgûrlû, da diyar kirin ku weke HDK ji ber navbeynkariya xwe anga ku wan aniye cem kêfxweş in û wiha got:

“Tişta ku em navbeykariya wê dikin sekna hişmendî û feraseta peywirê ku ev jî berpirsyarî û pewîstiyên demê ne.

Banga ku me di Newrozê de tîne cem hev, mêjî û wêrekiya wê ye. Newroz me hemûyan dike yek.

21’ê Adarê zindîbûn û nûkirina xweza û xwebûnê ye. Ji ber vê jî gel Newrozê weke hezkirin, kêf û xweşiyê dijîn û pîroz dikin.”

Di berdewamê de Ûgûrlû, destnîşan kir ku Newroz di heman demê de civakîbûne û ev tişt anîn ziman:

“Newroz kêfxweşiya rizgariya civakî, biratî, piştevanî û yekitiyê ye. Ji ber vê jî dawiya tariyê ronahî ye. Dawiya desthilatên zalim hilweşandin e. Dawiya pergalên zilmê azadî ye.

Wê îsal jî cejna qedîm a kurdan Newroz bi coşeke mezin bê pîrozkirin.

Wê bi agirê Newrozê hêzen edalet, wekhevî, rûmet û aştiyê li dijî zordariya faşîst bibin yek.

Di serî de Zindana Îmraliyê wê zilma tecrîdê ya li civakê berbelav bûye bişikîne.

Wê ji bo vîna yekbûyî ya gelê me, demokrasî û azadiyê bibe serdemeke nû.

Dawiya zordaran nêz e. Mizginiya Newroz 2021’an ev e.”

Ûgûrlû, gotinên xwe bi van bangên Newrozê bi dawî kir:

“Em bang li hemû hêzên ked û demokrasiye, hemû beşên civakê yên têkoşîna heq, hiqûq, edaletê didin dikin ku em li qadên Newrozê bên gel hev.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv