Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelo Pancşîr dibe navenda berxwedana çekdarî?

 

MIXALEFETA LI DIJÎ TALÎBANÊ
GELO PANCŞÎR DIBE NAVENDA BERXWEDANA ÇEKDARÎ?

Mixalefeta li dijî rejîma Talîbanê li Newala Pancşîrê ya rizgarkirî de bingeha xwe xurtir dike.

Ev der yek ji herêma herî asê ya Afganistanê ye û 150 km li bakurêrojhilatê paytext Kabîlê ye.

Newala baregeha Tifaqa Hezên Bakur e ku di dema rêvebiriya wê de, li dijî Talîbanê şerekî çekdarî meşandî ye.

Cîgirê serokê hukumeta hilweşiyayî ya Afganistanê û wezîrê parastinê yê heman hukumetê jî piştî dagirkirina Kabîlê reviyan vê herêmê û li vir daxuyaniyên berxwedanê dan.

Ligel daxuyaniyên serdestê vê newalê Ehmed Mesûd, bûyerên dawî girîngiya Pancşîrê careke din xist rojeva cîhanê.

Ehmed Mesûd di daxuyaniya xwe de Talîbanê wekî “terorîst” bi nav kiribû û dabû zanîn, ew ê tu carî serî li ber vê rêxistinê netewîne.

Ehmed Mesûd kurê fermandar Ehmed Şah Mesûd e ku di 2001an de ji aliyê El Qaîdeyê hatibû kuştin.

Mesûd bang li Amerîkayê kir di şerê li dijî Talîbanê de bi çek û cebilxane destekê bide hêzên wan.

Tifaqa Bakur a di bin rêberiya Ehmed Mesûd de xwedî 10 hezar mîlîsên çekdar e û qismekî çekên giran in.

Tê texmînkirin bi hêza xwe ya heyî vê artêşa bihêz a li Newala Pancşîrê dikare bi mehan li dijî Talîbanê di ber xwe bide.

Lê pisporên li ser mijarê diyar dikin, bi vê hêza xwe ya heyî Ehmed Mesûd û Tifaqa Bakur wê nikaribin bibin alternatîfeke xurt li hember Talîbanê bi ser bikevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv