Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê: ÎHD’ê rapora 6 mehên pêşî yên 2021’ê weşand

 

SÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN LI KURDISTANÊ
ÎHD’Ê RAPORA 6 MEHÊN PÊŞÎ YÊN 2021’Ê WEŞAND

Komela Mafê Mirovan-ÎHD’ê şaxê wê yê Amedê bi civîneke çapemeniyê rapora binpêkirina mafan a li Kurdistanê weşand.

Rapora ÎHD’ê ya 6 mehên destpêkê yên îsal in.

Rapor bi beşdariya Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Rahşan Bataray Saman, Nûnerê ÎHDê yê Bakurê Kurdistanê Abdulselam Înceoren hat eşkerekirin.

Rahşan Bataray Saman pêşî daxuyaniya ji bo raporê xwend.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di 6 mehên destpêkê de dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bi awayekî sîstematîk zêde kirine.

Û hat destnîşankirin, ku ewçendî zêdebûna binpêkirina mafan xwe dispêrê encama şerê li dijî gelê Kurd.

Di daxuyaniyê de her wiha girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo jî tê bibîrxistin.

Û li dijî vê yekê çalakiyên greva birçîbûnê yên 270 roj li pey xwe hiştine hatin destnîşankirin.

Paşê Abdulselam Onceoren jî rapora 6 mehan xwend.

Li gorî rapora ÎHD’ê sûcên ku dewleta TIrk li dijî gelê Kurd û Kurdistanê kirine wiha ne:

Kesek hat kuştin.

6 kes birîndarbûn.

2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Rojnamevanek û 5 xebatkarên tenduristiyê bi êrişê birîndarbûn.

Li ser sînor kesek hat kuştin.

Di teqîna mayînan de du zarokan û mêrekî jiyana xwe ji dest dan.

5 zarok, 28 jin û 3 mêr mirî hatin dîtin.

8 caran li 8 navçe, 2 bajar û 130 gundî qedexeya derketina derve hat ragihandin.

13 jinan dawî li jiyana xwe anî.

23 jin hatin qetilkirin.

3 jin tecawiz li wan hat kirin.

6 zarokan dawî li jiyana xwe anî.

4 zarok hatin kuştin.

4 zarok tecawiz li wan kirin.

96 kes hatin êşkencekirin.

50 girtî li zîndanan hatin êşkencekirin.

992 kesên 21 jê zarok hatin binçavkirin.

161 kes hatin girtin.

67 girtî hatin surgunkirin.

Mafê tenduristiyê yê 13 girtiyan hat binpêkirin.

Li 105 girtiyan cezayê disiplînê hat birîn.

Di qezayên kar de 12 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Şaredariyeke HDP’ê hat desteserkirin.

Erka du hevşaredarên HDP’ê ji dest wan hat girtin.

8 endamên Meclîsên Şaredarî û Bajaran ji erkê hatin dûrxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv