EV 6 ROJE DARISTANÊN XOZATÊ DIŞEWITIN
BI ŞEWATÊ RE ESKERÊN TIRK DEST BI TEVGERA DAGIRIYÊ KIRIN
Şewata li daristanên gundikê Koçerî ya herêma gundê Kurukaymak a girêdayî navçeya Xozat a Dersimê, ji 18’ê Tebaxê ve dewam dike.
Şewata ku piştî tevgera eskerî derketibû, her ku diçe belav dibe.
Şêniyên herêmê hewil didin bi derfetên xwe mudaxeleyî agir bikin lê eskerên Tirk pêşiya wan dibin asteng.
Bi tu awayî mudaxeleyî şewata ku ev 6 rojin dewam dike nayê kirin.
Ji ber vê yekê qadek mezin a daristanê bû xelî.
Li herêmê ji aliyekî şewat li derdorê belav dibe û li aliyê din jî, eskerên Tirk dest bi tevgera dagirkeriyê kirine.