Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelek kes bi peyam û nameyan tevlî pêngava ‘Ji Ocalan Re Azadî’ dibin

 

KAMPANYA “JI OCALAN RE AZADΔ
GELEK KES BI PEYAM Û NAMEYAN TEVLÎ PÊNGAVÊ DIBIN

Kampanya ku Ji bo azadiya Rêber Apo ku li ser medya dijital hatibû destpêkin îro jî berdewam dike.

Kampan bi pêşengiya Meclîsa Medyaya Dijîtal ya Kurdistanê tê birêvebirin.

Gelek kes bi daxûyanî û peyamên xwe tevlî dibin.

Serokê Berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed bi peyamekê piştgirî da kampanyayê û got: “Dem dema azadkirina Rêberê Kurd Abdullah Ocalan e”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê twitterê ev peyam parve kir: “Azadkirina Rêber Apo wê aştiyeke domdar bi xwe re bîne.”

Ji Partiya Çep a Almanyayê Roland Schuster bi banga “Wê azadî biser bikeve” tevlî kampanyê bû.

Endamê parlamentoya Brîtanyayê Bombas Charalambous jî, bi peyamekê bang li civaka navnetewî kir ku tevlî kampayeya Azadiya Ocalan bibin.

Endamê Parlamentoya Brîtanyayê Lloyd Russel-Moyle jî li ser hesabê xw yê twîterê bi vê peyamê tevlî kampanyê bû: “tecrîd şêwazekî êşkenceyeyê û divê demildest Ocalan azad bibe”

Rojnamevan û nîvîskara Japonî Îkuko Katsumanata bi gotina “wê azadî bi servikeve” piştgirî da kampanyeya Azadiya Ocalan.

Dîrektorê Sendîkaya Karkeran a Îngîlîstanê Sîmon Dubbîns jî banga tevlêbûna kampanyayê kir.

Şaredarê berê yê bajarê Kopenhagê Villo Sigurdsson jî rewşa Ocalan şiband ya Nelson Mandella û got: “Divê Ocalan jî mîna Mandela azad bibe.”

Serokê Diyasporaya Talişan a Rûsyayê Îsmaîl Şabonov got: “Li ser navê gelê Taliş ê Rûsyayê daxazad Azadiya Ocalan dikin”

Keşîşê Xiristiyan William David Crews diyar kir ku ew jî wek bi milyanan kesên li çar aliyê cîhanê ew jî daxwaza azadiya Ocalan dike.

Dîrokzan û rojnamevan Dr. Nick Brauns ê ji Almanyayê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşin.

Siyasetvanê Yûnanî Pavlos Antonopoulos jî diyar kir ku bi milyonan kes Ocalan wek îradeya xwe siyasî dibînin û banga azadiya Ocalan kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv