Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşenbîrên Kurd û Ereb li Misrê panêlek lidar xistin

 

23. SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWÎ
REWŞENBÎRÊN KURD Û EREB LI MISRÊ PANÊLEK LIDAR XISTIN

Di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de, li paytexta Misrê Qahîreyê panelek hate lidarxistin.

Di panelê de gelek nivîskar, rewşenbîr û kesên ku bi kar û barên Kurdî eleqedar dibin ên ji Misir, Libnan, Suriyê, Filistîn û Yemenê amade bûn.

Di panelê de pirtûka bi navê “Têkiliyên Ereb û Kurdan” a Nivîskar Fethî Mehmûd hate nîqaşkirin.

Fethî Mehmûd li ser pirtûka xwe axivî û got:

“Min xwest bi vê pirtûka xwe rastiya Kurd, dîroka wê û têkiliya Kurd û Ereban eşkere bikin.

Her wiha min xwest bersiva hinek pirs û gumanên Ereban yên derbarê doza Kurd de jî bidim.”

Derhênerê Kurd Elî Bedirxan jî li ser navê doz û dîroka Kurd spasiya nivîskar Fethî Mehmûd kir.

Mudîrê navenda Lêkolînên Kurd ya Misrê Recayî Fayîd jî diyar kir ku rewşenbîrên Misrî timî eleqeya wan ji bo çanda Kurdan hebûye.

Wekî nimûne jî berhemên Cemal El-Xeytanî ku helbestên helbestvanê mezin ê Kurd Şêrko Bêkes werger kiriye nîşan da.

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk li Misirê Leyla Mûsa jî diyar kir ku nikarin têkiliyên Ereb û Kurdan di çarçoveyeke teng de ango tenê di aliyê çandê de bigirin dest.

Divê peywendiyên Kurd û Ereb di vê dema hesasde werin bihêzkirin.

Balyozê berê yê Misrê li Hewlêrê Cemal Yûsif jî doza Kurd wekî dozeke taybet destnîşankir û got;

“Ji ber Kud li çar dewletên herêmê hatine parvekirin û gelek zehmetî dikişînin. Bi hêvî me ku Kurd di demeke nêzîk de statûya xwe bi dest bixin.”

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Ehmed Şêxo jî diyar kir ku girînge têkiliyên Ereb û Kurdan di çaroveya xurtkirina pergaleke ewlehiya Erebî de were biestgirtin.

“Her wiha çareserkirina pirsgirêka Kurd li gorî pêşniyarên Rêber Ocalan wê bi xwe re hevgirtineke xurt jî bîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv