Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarê HPG’ê Azad Çelê 23 salên tije têkoşîn û berxwedan li pey xwe hişt

 

FERMANDARÊ HPG’Ê AZAD ÇELÊ ŞEHÎD BÛ
32 SALÊN TIJE TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN LI PEY XWE HIŞT

Navçeya Colemêrgê Çelê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê ye.

Ji ber li navenda çiyayên Zagrosê ye her tim bûye navenda serhildanan.

Bi destpêkirina tevgera PKK’ê re xelkê Çelê bû şopdarê bêeman ê vê dozê.

Ji bo welatekî azad ewladên xwe yên herî bijarte û leheng şandin nava refên PKK’ê.

Yek ji wan jî Azad Çelê bû.

Siddik Bûdakbeyoglû bi navê tevgerê Azad Çelê sala 1972’an ji nav malbateke welatparêz tê dine.

Ji ber malbata dilsozê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû ew jî bi hestên welatparêziyê mezin bû.

Têkoşîna Apoyî ji nêz ve nas kir bû şahidê jiyana gerîla.

Di destpêka sala 1990’î de wek milîtanekî ERNK’ê li gund, bajar û bejahiyê bi erk û wezîfeya xwe rabû.

Piştî çar salan ango di sala 1993’an bi awayekî profesyonel tevlî PKK’ê dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Ji Zagrosan heta Behdînanê, ji Behdînanê heta Qendîlê bi erk û berpirsyariyên şoreşgerî rabû.

Ji bo tecrûbeyên xwe yên pratîkî li ser bingeha îdeolojiya Apoyî xurt bike derbasî qada rêbertî bû.

Jiyana Rêber Apo ji nêz ve dît û bi baweriyeke mezin cihê xwe di nava ewlekariya Rêber Apo de girt.

Piştî di aliyê eskerî û îdeolojîk de xwe perwerde kir careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Di sala 2011’an de li çiyayê Zagrosan pêşengî ji gelek operasyonên şoreşgerî yên gerîla re kir.

Piştî salên dûr û dirêj dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê kir berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê weke milîtanekî Apoyî li refên herî pêş têkoşiya.

Piştî wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî ji bo li dijî faşzîma dewleta Tirk têbikoşe careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Di şerekî li dijî dagirkeriya Tirk re birîndar bû û lingekî xwe winda kir.

Lê ev yek jî li pêşiya xebat û biryardariya wî ti carî weke asteng.

Her tim hewl dida asta têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê mezin bike.

Ji milîtaniya ERNK’ê heta gerîlatiya ARGK û fermandariya HPG’ê di nava 32 salên şoreşgerî de serketinên mezin afirand.

Li her qada lê ma weke endamê konseya Fermandariyê di asta herî bilind de wezîfe kir û fermandariya eyaletê kir.

Hevreyê me şoreşgerê mezin Siddik Bûdakbeyoglû bi nasnav Azad Çelê 2’ê Îlonê ji ber nexweşiya penceşêrê li herêmên Parastina Medya tevlî karwanê şehîdan bû.

Bi têkoşîna xwe ya bê eman navê xwe li dîroka lehengiyê ya Kurdistanê nivîsand.

SIDDIK BÛDAKBEYOGLÛ
AZAD ÇELÊ
ÇELÊ
DÊ Û BAV: HEDIYE – FAZLETTÎN
2’Ê ÎLONA 2021’Ê
HERÊMÊN PARASTINA MEDYA

Em wek navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji malbata jêha ya hevreyê xwe Azad, ji xelkê xwe yê Çelê û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Soz didin ku armancên hevrêyê xwe Azad Çelê pêk bînin û di têkoşînê de xwedî li bîranînên wî derkevin.

Bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku têkoşîna wî ji xwe re bikin mînak û çeka wî li erdê nehîlin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv