Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gef û Êrişên Dagirkeriya Tirk

 

 

Cîgirê hevserokê meclîsa rêveberiya xweser a Bakur ûRojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk û têkoşîna li dijî wê ji ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî.
Bedran Çiya Kurd got, em ê li hemberî êrişên dewleta Tirk mafên xwe yê xwe-parastinê bi kar bînin.
Di navenda têkoşîna me de rizgarkirina deverên dagirkirî heye.

JI RÊVEBERÊ RÊVEBERIYA HERÊMÊN XWESER BEDRAN ÇIYA KURD:
DEWLETA TIRK DIXWAZE RÊ LI PÊŞKETINA PROJEYA ME YA DEMOKRATÎK BIGRE

Hevdîtinên dîplomatîk en Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo venasîna statuyê didomîn.

Di vê demê de êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê jî li ser herêmê zêde dibin.

Şefê rejîma faşîst a Tirk Erdogan ji bo bikaribe êrişeke berfiehtir bide destpêkirin ji Amerîka û Rûsyayê îcazetê dixwaze.

Li gorî îdiayan ev hevdîtin bêencam mane, lê dîsa jî Erdogan bi bazareke qirêj dixwaze wê destûrê bi dest bixe.

Têkildarî van gef û êrişan Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku dewleta tirk bi hemû derfetên xwe hewl dide li herêmên me bixe, her dixwaze bi hincet û derewan rê li pêşvebirina projeya demokratîk bigire.

GEF Û ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
BEDRAN ÇIYA KURD: EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN XWE BIPARÊZIN

Çiya Kurd xwest raya giştî ya cîhanê, hêzên koalîsyonê rê nedin ku destkeftiyên li dijî DAIŞê bi rêya Tirkiyeyê bikevin xeterê û ev nirxandin kirin:

Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em dixwazin ku hemû pirsgirêk û mijar bi rêya diyalogê çareser bibin.

Lê proje û destkeftiyên me hene, di navbera pêkhateyên gelê me de yekîtiya me heye.

Em rê nadin ku ev rêgez têkevin metirsiyê, eger Tirkiyê êrîşî me bike, emê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv