Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayîkên Aşityê li Bakur Meşiyan û Bang li PDK’ê Kirin

 

 

Li beşekî welêt dayîkên aştiyê li ser sînor in û daxwaza cenazeyên şehîdên Xelîfanê ji PDK’ê dikin û ev çalakî dewam dike.
Li beşekî din ê welêt Bakurê Kurdistanê jî Dayîkên Aştiyê îro li ser sînor bûn.
Dayîkan li navçeya Şirnexê Silopyayê berê xwe dan Deriyê Sînor ê Xabûrê.
Dayîkan bang li Mesûd Barzanî kirin û wiha gotin:
Ev nefret û hêrsa çi ye?
Em bi wan zarokan serbilind in û cenazeyên wan dixwazin.

ÊRIŞÊN PDK’Ê LI XELÎFANÊ YÊN LI DIJÎ GERÎLA
DAYÎKÊN AŞTIYÊ JI BO PDK CENAZEYÊN ŞEHÎDAN BIDE BER DERIYÊ XABÛRÊ MEŞIYAN

“Parêzvanên gelê xwe, zarokên me, ne bêxwedî ne”

Li Bakurê Kurdistanê dayîk bi vê dirûşmê daketin qadan.

Endamên Meclîsên Dayîkên Aştiyê li dijî êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla û nedana cenazeyên wan meşiyan.

Dayîk ji Şirnex, Batman, Sêrt û Mêrdînê çûn Silopyayê û li bajarokê Tilqebîn li hev kom bûn.

Û tevî parlementerên HDPê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan.

Artêşa dagirker hewl da dayîkan asteng bike, lê nekarî pêşî li wan bigire.

Tevî vê yekê jî dayîkan daxuyaniya xwe dan.

Li ser navê dayîkan pêşî Emîne Ozek axivî:

DAYÎKÊN AŞTIYÊ LI BAKUR MEŞIYAN Û BANG LI PDK’Ê KIRIN
“BI VÊ DEWLETA ZALIM RE HEVKARIYÊ NEKIN”

Emîne Ozek silav ji dayîkên aştiyê yên Rojavayê Kurdistanê re şand û ev pirs kir:

Paşê dayîkên Aştiyê Esmer Çikmaz, Perîhan Altûg û Şukran Çelebî axivîn.

Dayîkan hêrsa xwe ya li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re anîn ziman û ji Mesûd Barzanî re wiha gotin:

DAYÎKÊN AŞTIYÊ LI BAKUR MEŞIYAN Û BANG LI PDK’Ê KIRIN
“CENAZEYÊN ŞEHÎDAN BIDE, XWÎNA ZAROKÊN ME NERIJÎNE”

Ji bo berjewendiyên xwe xwîna xwişk û birayên xwe nerijîne, û hebûna vî gelî nexe xeteriyê.

Ji ber kirinên xwe tu yê biçî sergoyê dîrokê.

Wî derî veke û tavilê cenazeyan bide malbatên wan.

Hûn ji cenazeyan çi dixwazin?

Ev hêrs û nefret ji bo çi ye?

Hûn zanibin, em bi zarokên xwe serbilind in.

Piştî daxuyaniyê dayîk vegeriyan Silopyayê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv